Diyarname
Di Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê de vê hefteyê maça Erzurumspor û Amedsporê heye. Lijneya Ewlehiya Sporê ya Bajêr a Walîtiya Erzeromê çûyîna temaşevanên Amedsporê qedexe kir. Sedem? Ji bo sedemê wisa gotine;
"Koma aligirên Amedsporê 'Barîkat' di nav 'Temaşevanên xwedî talûkeya mezin' de ye. Erzerom bajarekî ye ku bi nirxên manewî û milî ve girêdayî ye. Dema mirov Erzerom û sosyo-kulturî ya alîgirên Erzeromê bigire ber çavan, di serî de ewlehiya temaşevan û sporkaran, di bûyerên derê de dê zirarên madî û manewî derên.."
Maç 3'yê mehê saet 16'an de wê bê lîstin. Lijneyê di biryarê de giotiye ku ji Amedê yan ji herêmê temaşevan bên Erzeromê dê negirin nav bajêr.
AMEDSPORÊ DOZ VEKIR
Li aliyê din li hemberî vê qedexeyê Amedsporê doz vekir û ji Lijneya Ewlehiya SPorê ya Erzeromê jî xwest dest ji vê kirina derhiqûqî berde.


