___Cemil Oguz___
Alî Kemal Çinar heta niha bi fîlmên xwe di nav cihana kurdan de jixwe re cihek veqetandibû. Di nav fîlmên wî de karakterekî bi navê "Gênco" hebû. Niha ew karakter bû xêzeroman, hat çapkirin û gihîşt Fûara Pirtûkan a Amedê.
Pirtûka xêzeromana "Lehengê Tiştên Jirêzê Gênco" ji aliyê Weşanên Darayê ve hat çapkirin. Pirtûk 50 rûpelî ye. Xêzên pirtûkê ji aliyê Rahime Orak ve hatine çêkirin.
Gêncoyê xwedî sêhrê ye, vê carê ne zindî, ne di fîlm de lê li ser kaxiz, wekî xêzeroman li pêşberî xwendevanan e.
Li ser pirtûkê me xwe gihand derhêner Alî Kemal Çinar ku êdî em dikarin bêjin nivîskar Alî Kemal Çinar jî. Çinar dibêje, "Ev yek heyecaneke xweş e" û van lê zêde dike, "Ji bo min pîroz e pirtûk derxistin. Heta niha ez xwendevan bûm. Min xêzeroman dixwendin wekî mirovek ji rêzê. Nivîsandina vê bo min tişek pîroz e. Tiştek dixwazim bigihîm wir, nû gihîştim vê astê."
Çinar dibêje, "Ez bi heyecana kişandina fîlm, heyecana festîvalan dizanim lê nivîsandina pirtûkê bo min cuda bû" û van gotinan lê zêde dike, "Ez li bendê me dê bandorek çawa çêbe. Bi kelecan im bi rastî. Jixwe sibê (01.12.2024*) li fûarê danasîn û sohbet jî heye. Bi kelecan im."
Karakterê bi navê "Gênco" di çend fîlmên Ali Kemal Çinar de zindî bûbû. Xêzeromana ku hatiye çêkirin û derxistin ji fîlm cudatir, wekî çîrokek serbixwe hatiye amadekirin. Li ser vê jî Çinar dibêje, "Çîrokek cuda ye. Berdewamiya fîlmê yekem e. Gênco karakterek e hêza wî heye, lê ev hêz dibe bela serê wî. Paradokseke mezin, dixwaze tiştan bike. Ka em binêrin dê tesîrek çawa çêbike."
***
*Nûçeyên li ser fûarê:
- Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir
- Va ne hemû çalakiyên weşanxaneyên kurdan (Fûara Amedê)
- Nêzî 30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn


