Diyarname
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) rapora xwe ya salane eşkere kir. Li gor raporê di sala 2024'an de 104 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatine kuştin.
Va ne notên ji raporê:
- Ji roja 1'ê rêbendana 2024'an ve heta niha 55 li Gazeyê bi giştî 104 rojnameger hatine kuştin.
- Ji rojnamegerên hatine kuştin 12 jê jin in.
- Sedî 60'ê mirina rojnamegeran li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr çêbûne.
- Li Pasîfîka Asyayê 20 rojnameger hatine kuştin. Li Afrîkayê 8, Amerîkayê 6, li Ewropayê 4 rojnameger hatine kuştin.
520 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
- 520 rojnameger li girtîgehan in. Ji vên 135 li Çînê girtî ne ku herî zêde rojnameger li vir girtî ne. Dûre bi 59 rojnamegerên filistînî li Îsraîlê girtî ne. Li Myanmar jî 44 rojnameger girtî ne. Li herêma Asya-Pasîfîkê 254 rojnameger girtî ne. Li Ewropayê 142, li Rojhilata Navîn û Cîhana Ereb 101, li Afrika 17 û li Amerîkaya Latîn jî 6 rojnameger girtîne.
DAXWAZA IFJ'Ê
- Bila Neteweyên Yekbûyî (NY) "Peymana Navneteweyî ya Li Ser Parastina Rojnamegeran" qebûl bike.
Ji bo temamê raporê: IFJ-RAPOR
***
Li ser 2024'an Nûçeyên Eleqedar:
10 rêzefîlmê populerî hamey weçînayişî
- 2024: Moana mohra xwe li 5 salên dawî da
- 2024: Oksfordê jî peyva salê hilbijartin 'Brain rot'
- 2024: Stranên herî zede haitne guhdarîkirin
- 2024: Cambridge Dictionary peyva salê hilbijart


