Silêmanî
Li Muzexaneya Nîştimanî ya Silêmaniyê pêşangeheke wêneyan ji bo bîranîna hunermenda ji rojhilatê Kurdistanê Fetlane Welîdî hate vekirin. Pêşangeha ku 15'ê mehê vebû, wê sê rojan bidome.
49 WÊNE HENE
Pêşangeha bi navê "Jina herî bi tenê" ji aliyê Rêxistina Merziye hat vekirin. Di pêşangehê de 49 wêne hene, ji vana 44 ji wan ji aliyê wênegir Efşînî Fetahî û Mehdî Tewekulî ve hatine girtin.
'WELÎDÎ GELEK BERDÊL DAYE'
Di derbarê pêşangehê de Endama Desteya Rêveber a Rêxistina Merziye Terife Îbrahîm ji bo Rojnewsê wisa gotiye: “Fetlane Welîdî jineke ku ji bo hunerê berdel daye û di temenek kêm de gelek berhemên kurdî pêşkêş kiriye.”

FETLANE WELÎDÎ KÎ YE?
Hunermend Fetlane Welîdî navê wê yê rast Fetane Mihemed Şerîf Welîdiye, di sala 1953’yan de li bajarê Sine hatiye dinê.
Fetlane Welîdî xwediyê 56 stranan e û wekî yekem jina stranbêj a rojhilatê Kurdistanê tê zanîn. Îsal di temenê 74 salî de li Sine koça dawî kir.



