Silêmanî
Zankoya Polîteknîkî ya Silêmaniyê (SPU) li Herêma Kurdistanê di rêza yekem de û li Iraqê jî di pileya heftemîn a Encumena Tesnîfkirina Zanîngehên Erebî û Rêxistina Erebî ya Çand û Zanist (ARU) de cih girt.
Serokatiya Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê pîrozbahiyê li mamoste, karmend û xwendekarên zanîngehê dike û hêviya serkeftinê ji wan re dixwaze.
Di çarçoveya pêşketina Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê, di warê navneteweyîbûna akademîk de; serkeftineke nû di rêzbendiya zanîngehên Erebî û Iraqî de tomar dike; Di pileya ku ji aliyê Encumena Tesnîfkirina Zanîngehên Erebî û Rêxistina Erebî ya Çand û Zanistê (ALKSO) ve hatiye kirin de; Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê wekî endamê Yekîtiya Zanîngehên Erebî ji bo sala 2024’an dê beşdarî pileya zanîngehên erebî bibe û dê li Herêma Kurdistanê pîleya yekem û di nav zanîngehên Iraqê de di rêza heftemîn de be; Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmanî di vê rêzê de pîvanên cihêreng (ARU) bi serfirazî bicîh kiriye.
Di lîsteyê de Zanîngeha Ayn Şems di rêza yekemîn, Zaningeha Mansur di rêza duyemîn û Zanîngeha Sharjah di rêza sêyemîn di cih girtiye.


