Diyarname
Îro li Amedê, li Navenda Kongre ya Çand Amedê ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî dê çalakî li dar biketa lê Walîtiya Amedê bi îdîaya "ewlehiya raya giştî xira dike yan jî bandorê lê dike" qedexe kir.
Komeleya Şêx Seîdê çalakî li dar dixist. Çalakî ji bo 100 saliya serhildana Şêx Seîd dihat li dar xistin. Li ser qedexeyê çalakî bo demek din hat taloqkirin û komeleyê got ku dê parêzerên wan îtîrazê bikin.
Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bertek nîşanî biyara walîtî da û got, "Bi qedexeyan hûn nikarin pêşî me bigirin. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev 100 sal in hûn dikujin lê kurd hê jî li ser piyan in."


