logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Deklerasyona Newroza îsal

  • Dîrok: 11/03/2025
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Li Amedê li ber Sûrên Amedê bi beşdariya Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen Ûyanik, parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Kamaç û Sînan Çîftyurek deklerasyona Newroza 2025'an hat eşkere kirin. ÎSal diruşma "Newroza Azadiyê" Newroz dê bê pîroz kirin.
Di deklerasyonê de gotin "Newroz ji bo gelê kurd navê berxwedan, azadî û zayînê ye. Her çiqas dewlet hewl didin vê wateyê bixin nava çarçoveyeke teng jî, rastiya Newrozê berxwedan û azadî ye" û wiha dom kir, "Gelê kurd bi sedsalan têkoşîna xwe di agirê Newrozê de geş kiriye, di vî agirî de hebûn, berxwedan û azadiya xwe nîşan daye. Newroz îro îfadeya herî xurt a meşa azadiya gelê me ye. Ji ber vê yekê her dengê ku ji qadên Newrozê bilind dibe, her agirê ku tê vêxistin, her strana ku tê gotin, her govenda ku tê girtin îradeya parastina azadiya me ye. Wateya herî mezin a zindîkirina rihê Newrozê îro di çarçoveya azadiya gelê kurd de berfirehkirina têkoşîna aştî û civaka demokratîk e."

Di deklerasyonê de bal kişandin ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a roja 27'ê reşemiya 2025'an û gotin, "Em ê vê bangê bi heqîqeta azadiyê ya Newrozê re bikin yek û careke din nîşan bidin ku em dikarin bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin."

Di deklerasyonê de banga azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin û dûre wisa gotine, "Ev banga jiyaneke adil û wekhev a gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, zarokan, kedkaran û teqawidan divê bi ked û têkoşîna her kesî bê bilindkirin. Azadî û şoreşa jinan a ku bi têkoşîna Rehşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Bêrîvanan vejiyaye, îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye agirê Newrozê. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên mêtînger ên şerê taybet, li djî desthilatdariya mêrperest û netew-dewlet dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de berpirsyariya herî mezin bigire ser milê xwe û civakîbûna aştiyê birêxistin bike û biparêze."

Her wiha bal kişandine ser rewşa Rojava û wisa hatiye gotin, "Şoreşa Rojava ronkahiya îro ya rihê azadiyê yê Newrozê ye. Pergala demokratîk a ku li Rojava hatiye afirandin, civaka neteweya demokratîk a li ser esasê azadiya jinan û wekheviya azad a gelan hatiye avakirin. Pergala Rojava wekî Newrozê sembola berxwedan û zayînê ye. Lê mayîndekirina van destkeftiyan û mîsogerkirina siberoja gelê me tenê bi berfirehkirina têkoşînê pêkan e. Mîna agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pêxist, îro jî rêya parastina şoreşa Rojava, bilindkirina meşaleya têkoşînê ye. Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin. Ji ber vê yekê jî Newroz rastiya dîrokî ye ku her cudahî dikarin li hev bicivin. Civaka demokratîk û aştiya bi rûmet, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê mezin dibe. Îro rêya herî xurt; hembêzkirina van nirxan, mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî, avakirina civaka demokratîk û misogerkirina yekîtiya neteweyî ye."
Di dawiya deklerasyonê de gotine,"Newroza 2025'an dê bibe qonaxa mezinkirina berxwedan û azadiyê, dê civaka demokratîk bê avakirin û têkoşîn dê pêş bikeve" û wiha dawî lê aNîne, "Agirê Newrozê dê bi rihê yekîtiya neteweyî, bi dengê bilindkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û têkoşîna mayîndebûna şoreşa Rojava geştir bibe. Em Newrozê li Birêz Ocalan pîroz dikin ku wî hewl da Newrozê bi pêvajoyeke wiha watedar pêşwazî bike û em hêvî dikin ku gel bi coşa Newrozê li hev bicive. Em ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe bi kelecana azadiyê vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê. Newroz qada hêza herî xurt a têkoşînê ye. Em bi ruhê azad ê Newrozê, Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Newroz pîroz be…”

***

Nûçeya Eleqedar:

 - 89 cih: Va ye bajar bi bajar bernameya Newrozê

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gelo Barzanî nameya Esed gihand Cerba?

ad

Michael Jackson mir

ad

Min navê xwe kola li çolê!

ad

"Promethusa Zîvîn" dan Sonbaharê

ad

Tolaz azad e!

ad

Weşanxaneya Peywendê dest guhart

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname