Diyarname
Pirtûka bi navê "Zargotina Çîyayê Sîpanê" ku ji destan, çîrok û meselokan pêk tê derket. Pirtûk ji aliyê Kenan Subaşi ve hatiye amadekirin û ji Nûbiharê derketiye.
Nivîskar û hîndekar Kenan Subaşi ligel çîrokbêj Hecî Mihemedê Hecî Mistefa axiviye. Ji vê axaftinê pirtûka navborî amade kiriye.
Di vê pirtûkê de ji alîyê îcrayê ve sê beş hene ku her sê beş jî li ser vegotina gel hatine amadekirin. Ev beş wekî destan, çîrok û meselok ji hev hatine veqetandin.
Di pirtûkê de agahiyên li ser van dane û ji devê çîrokbêj ew destan, çîrok û meselok hatine pêşkêşkirin.
- Zargotina Çîyayê Sîpanê / Amadekar Kenan Subaşi / Nûbihar / 398 rûpel / 2025