Diyarname
Ji 49emîn Festîvala Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê re hindik ma. Niha endamên juriyê yên pêşbaziya belgefîlman, kurtefîlman û Xelata Taybet a SIYAD'ê diyar bûn.
Festîval îsal di navbera 6-12'yê kewçêrê de li dar dikeve. Li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn endamên juriya pêşbaziya Belgefîlman wekî derhêner Nezahat Gundogan, Kemal Oner, Nalan Sakizli, rexnegirê sînemayê Ali Ulvi Uyanik û akademîsyen Cîgir. Doç. Dr. Perihan Taş Oz hatin diyarkirin. Di encama nirxandina juriyê de dê 15 hezar TL xelatê bidin Belgefîlmê Herî Serketî û 5 hezar TL jî bidin "Belgefîlmê Herî Serketî yê Pêşîn".
Di beşa pêşbaziya Kurtefîlman de jî derhêner Erol Mintaş, Can Evrenol, lîstikvan Ozay Fecht, rexnegirê sînemayê Firat Yucel û Selin Sevinç endamên juriyê ne. Di vê beşê de jî kurtefîlmê yekemîn dê 10 hezar TL xelatê bigire.
Di beşa Xelata Taybet a SIYAD'ê de jî rexnegirên sînemayên Gozde Onaran, Rasih Yilmaz û Erkan Aktug endamên juriyê ne. Di beşa Juriya Navneteweyî ya SIYAD'ê de jî Sevin Okyay, Ceylan Ozgun Ozçelik û Okan Arpaç endamên juriyê ne.


