Diyarname
Li Longleat Safarî Park a li Londonê ji bo bernameya şîrdayînê du gorîlên bira ji hev hatin veqetandin. Piştî bername temam bû ew anîn ba hev û dîman balkêş derket holê: Gorîlan pêşî wekî mirovan dest dan hev, dûre hev hembêz kir.
Bername 3 salan dom kir û piştî sê salan gorîlên ku navên "Kesho" û "Alf" li wan kirine anîn ba hev. Ji ber destdayîn û hestiyariya wan her kes şaşwaz bû.
Mark Tye ku li gorîlan dinêre ji bo rojnameya îngilîz Daily Mail axivî û wiha got: "Heta hevdîtinê me digot qey ew hev nas nakin. Eynî wekî ku qet ji hev veneqetiyabin tevgeriyan. Ev yek gelek balkêş bû û hêjayî dîtinê bû."
Piştî vê meseleyê, di serdemên berê de eleqeya mirovan û a meymûnan dîsa hate nîqaşkirin.


