NAVENDA NÛÇEYAN
Li bajarê Sine 16 karîkaturîstan pêşangeha xwe ya 12’emîn vekirin, ku pênc ji wan jin in. Karîkatûrîstên beşdarî pêşangehê bûne dibêjin, “Armanca vekirina vê pêşangehê hişyarkirina civakê ye derbarê jîngehê de ye.”
Roja 16'ê mehê li bajarê Sine bi merasimek pêşangeh hat vekirin û heta 19’yê mehê dê vekirî be.
Ji 16 karîkaturîstan 5 jê jinên karîkaturîst: Beharak Zariî, Şîlan Hoşyarî, Senam Efzelî, Perestû Furûhî û Çiye Fethî.
Jinên beşdar wisa gotin: “Armanca vekirina vê pêşangehê ji bo hişyarkirina civakê ye derbarê jîngehê de ye. Hin caran ev hişyarî bi zimanê henekî û kartûnan tê nîşandan. Ew karên ku di pêşangehê de hatine kirin, behsa mijarên wekî birîna daristanan, tunekirina şînahiyê, pîsbûna hewayê, kêmbûna çîna ozonê, nebûna çavkaniyên xwezayî ji bo nifşên pêşerojê, kêmbûna oksîjenê û qeyranên din, ku metirsiyê li ser jîngehê çêdikin, dike.”
Rojnews


