Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) ya îsal 25'ê mehê dest pê dike. Di hefteyeke de gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
LKFF çîrokên li ser kurdan di vê festîvalê de derdixe pêşberî sînemahezan li Londonê. Ligel nîşandayîna fîlman, panel û gotûbêj jî li dar dikevin.
Festîval îsal 14'emîn li dar dikeve. LKFF roja 25'ê gulanê wê dest pê bike û 2'yê gulanê bi dawî bibe.
"Demo ke perê gozan benî zer" (Mehmet Alî Kanor), "Bûka Baranê (Derhêner Husên Hesen Elî), "Morî" (Yakup Tekintangaç), "Hêvî" (Orhan Înce), "Serpêhatiyên Neqewimî" (Derhêner Ramazan Kilinç), "GotûbêJin" (Derhêner Nimet Gatar), "Mala Hîvê "(Hamidreza Maghsoudi), "Ewê çend roj be" (derhêner Abdullah Çeper), "Rojek" (Zayne Akyol) hin fîlmên ku dê di festîvalê de bêne nîşandayîn.
Dîsa hin belgefîlmên festîvalê jî ev in: "Jinwar" (Komîna Fîlm a Rojava), "Zilamê Çiyê" (Derhêner Ehsan Kamarkhan), "Îsmaîlê Me (derhêner Fatih Kanat, Onder Înce), "Dargeçît" (Berke Baş),


