Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamya ji bo piştgiriya Şengal û Rojava konsereke mezin li dar dixe. Konser wê li Stenbolê, li Bostanci Gosteri Merkezi li dar bikeve.
Li gor agahiya ku ji NÇM'ê hate dayîn ji bo piştgiriyê hunermendên NÇM'ê Şahiya Stranan, Abdal Haluk Tolga İlhan, Ahmet Aslan, Erdogan Emir, Erol Berdexwedan, Ferhat Tunç, Gulbahar Kavcu, Hasan Ali, İlkay Akkaya, Metin Kahraman, Mezopotamya Dans, Nesimi Aday, Pinar Aydinlar, Rugeş Kirici, Serhat Çarnewa, Servet Kocakaya, Sezavi Sarioglu, Vardiya û Yaşar Kurt dê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Konsera ku bi diruşma "Huner ji bo Şengal û Rojava diherike" hatiye organîzekirin dê 14'ê meha rezberê saet 17.00'an de li dar bikeve.
Kesên bi xwazin dikarin bilêtan ji NÇM (Beyoglu), Med-Der (Bagcilar) û Arzela (Bahçelievler) peyda bikin.
Ji bo têkilî: 0212 - 251 85 06
mkm_org@outlook.com