Diyarname
Yeqîn H. nivîskar, helbestvan, muzîkar e. Ew wekî qunciknivîskar di sala 2008'an de beşdarî Diyarnameyê bû. Bi salan bo Diyarnameyê nivîsî. Wî bi nivîsên wêjeyî yên bi zimanê helbestî di nav xwendevanên Diyarnameyê de cihek taybet girtibû. Niha ew careke din li nivîsên xwe vedigere, quncikê xwe yê bi navê "Êvara Biyan" şên dike. Ewê ji wêjeya dinyayê nivîsên cur bi cur ji bo xwendevanên Diyarnameyê amade bike.
Di vî warî de nivîsa wî ya yekem roja înê tê.
Yeqîn H. kî ye?
Nivîskarê me Yeqîn H. ji Şemrexa Mêrdî ye. Niha li Cenevreyê dijî.
Yeqin H. bi karê muzîkê re radibe û rûdine. Di sala 1996’an de Koma Hemdem ava kir. Di avakirina NÇM’ya Mêrsînê de cih girt, di 2001’ê de veqetiya. Heman salê bi piştgiriya çend hubiralêsan (çend lawên bavan), bi sê Donkîşotan re xwe li Kevanê (kovara wêjeyî hunerî) rakişand lê tîr lê bariyan û hejmarek ji tiliyên destekî derbas kirin! Di 2004’an de komeke bi navê MAHABAD ava kir (koma muzîkê) digel du kesêr jirêderketî! Bi komê albuma bi navê "Xelek" derxistibû. Wî stranên Mihemed Şêxo xwendin û ew jî wekî album bi navê "Nehberk" derxist.
Heta niha nivîs, werger û helbestên Yeqîn H. di gelek kovar, malper û rojnameyan de hatine weşandin.
Ew niha ligel hin hevalên xwe kovara li ser wergera helbestê LEWergerê derdixe.
Wekî çapkirî pirtûkên wî yên helbestan bi navê "Beytik" (2010) û "Elîfbêtk" ji Weşanên Belkî derketin. Îsal jî bi navê "Kil û Hine Netê" pirtûka wî ji weşanên Nûbiharê derket


