Diyarname
Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz ev demek bû ji ber qansêrê li Yewnanistanê dihat dermankirin, mir. Cenazeyê wî 17'ê mehê dê bibin Dêrikê û defin bikin.
Nîzamettîn Yilmaz xebatkarên rojnameya Azadiya Welat bû ku rojname bi Biryara Di Hukmê Zagonê de (KHK) hatiBû girtin. Yilmaz roja 28'ê adara 2018'an hat binçavkirin û hat girtin. Roja 26'e pûşpera 2019'an hat tehliyekirin. Ew ligel ku KOAH bû jî ji bo Ocalan li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê. 87 rojan di grevê de bû.
Yilmaz piştî hat berdan, 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Li ser vê yekê Yilmaz mecbûr ma here Yewnanistanê. Li wê derê nexweşiya wî girantir bû.


