Diyarname
Meclisa Şaredariya Gevera Culemêrgê biryar girt ku navê Gevarê ku bi fermî "Yuksekova"ye biguhere bibe "Gever".
Komara Tirkiyeyê li gor xwe nav li bajar, navçe û gundên kurdan kirine. Gevera Culemêrgê jî bi vî rengî ye. Niha navê wê yê fermî "Yuksekova" ye, lê gel her "Gever"ê bikar tîne.
Di bin serokatiya Şaredara Gevarê Rûken Yetişkin de endamên Meclisa Şaredariyê ya Geverê li hev civiya. Endamên bi yek dengî biryar dan ku navê navçeyê bi fermî jî bibe Gever. Ev biryar ji Qeymeqamiya Geverê re hate şandin.
Şaredar Yetişkin got ku daxwazeke gel a bi vîrengî hebû û wiha berdewam kir: "Gel ev dixwest, me jî li gor vê daxwazê biryar da. Ji roja ez hatim hilbijartin min gotibû ezê xebateke wisa bikim. Di sala 1934'an de ev der bû navçe û navê Gever lê kirin. 1936'an de ev nav guhartin. Digel ku guherî ji gel Geverê bikar tîne. Li ser vê me biryareke wisa girt."


