Silêmanî
Li Silêmanî Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokê CHP’ê Namîk Tan hatin ba hev. Piştî civînê Talabanî got, “Emê piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bikin.”
Çapemeniya YNK'ê Pukmediayê li ser civînê nûçe belav kir. Civîn li Salona Mekteba Siyasî ya YNK'ê li dar ket.
Serokê YNK’ê di hevdîtinê de daxwaz û piştigiya partiya xwe ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dubare kiriye û gotiye: “Emê li ser bingeha siyaseta Mam Celal hewl bidin pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi hemû aliyan ve ser bixîn. Her wiha rihiyeta pêkvejiyan û biratiyê di navbera gelên herêmê de zindî bikin.”
Her wisa Cîgirê Serokê CHP’ê Namîk Tan jî bi girîngî behsa rola Serokê Berê yê YNK’ê Celal Talabanî kiriye û gotiye, "Ez hêvî dikim ev pêngava erênî ya di çarçoveya pêvajoya aştiyê de bibe wesîleya vekirina Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê.”
'MAM CELAL EM VEXWENDIBÛN'
Her wiha Tan bi vîdeoyeke dîtina xwe belav kir û got, "Berî 20 salan, Mam Celal em vexwendin û bi rêz û hurmet û mêvandarî li me hat kirin, heta xwarina ku Mam Celal bi taybetî ji bo me xwestibû ji me re pêşkêş kirin, ji wê demê ve me fersend nedît ku em bajêr bibînin. Piştî du dehsalan li Silêmaniyê wekî mêvanên YNK'ê, em niha pir kêfxweş in ku li çayxaneya gelêrî ne da ku wexteke xweş li vî bajarî xweşik û germahiya xelkê wî yê delal bibînin. Armanca me ya herî mezin ew e ku em keşûhewayeke aştî û dostaniyeke mayînde di navbera gelên xwe de biparêzin."

Namik Tan ku li gelek bajaran li ser navê Tirkiyeyê balyozgerî kiriye, niha mebûsê CHP'ê ye.


