Diyarname
Endamên juriyên yên Pêşbaziya Metrajdirêj a Festîvala Porteqala Zêrîn diyar bûn. Serokatiya juriyê dê Omer Vargi bike.
62'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê a Porteqala Zêrîn îsal di navbera 24'ê kewçêrê - 2'yê sermawezê de li dar dikeve. Niha juriya ku di Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî de fîlman binirxîne hat eşkere kirin. Di bin serokatiya Omer Vargi de jurî ji Aydin Sarioglu, Beren Saat, Engin Alkan, Mircan Kaya, Sevin Okyay û Zeynep Kolgğlu pêk tê.
Serokê juriyê Omer Vargi di sala 1974'an de di fîlmê Yilmaz Guney û Şerif Goren "Endîşe" de ketiye nava sînemayê, dûre di fîlmên Şerif Goren “Deprem”, “Taksi Şoforu” û “Nehir” de asîstanê derhêner bûye. Vargi heta niha bi ser 1500 hebî re fîlmên reklamê bi rê ve birine.
Di beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj de fîlmên ‘Aldigimiz Nefes’, ‘Baglar, Kokler ve Tutkular’, ‘Barselo’, ‘Dogudan Fragmanlar’, ‘En Guzel Cenaze Şarkilari’, ‘Erken Kiş’,‘Kanto’, ‘Noir, ‘Kesilmiş Bir Agaç Gibi’, ‘Parçali Yillar’, ‘Sahibinden Rahmet’ û ‘Tavşan İmparatorlugu’ hene.
***
Nûçeyên Eleqedar:


