logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

'Naveroka hemû berhemên Mehmed Uzun kurd in, welat e û Kurdistan e'

  • Dîrok: 11/10/2025
  • Beş: Nûçe

Amed 
Nivîskar Mehmed Uzun li Amedê bi panel û lîstina şanoya “Sirgûn”ê hat bibîranîn. Di panelê de hate gotin ku Mehmed Uzun her çiqas li sirgûniyê nivîskarî kiriye jî lê her romanivîsiya wî li ser kurd û Kurdistanê bûye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd, PEN'a Kurd, , YEW-KURD, Wêjegeh Amedê bi hev re ji bo bîranîna Mehmed Uzun panelek li dar xist. Panel li salona ÇandAmedê li dar ket. Hevjîna Mehmed Uzun Zozan Uzun, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun, nûnerên sazî û dezgehan û gelek nivîskar û mamoste tev li panelê bûn.

Panela ku moderatoriya wê Esra Sadikoglû kir, nivîskar Salih Agir Qoserî, Zulkuf Ergun, Kenan Soylemez wekî axifger beşdar bûn. Esra Sadikoglû nivîsek ku qala biyografî û nivîskariya Mehmed Uzun dikir, xwend.

‘Berhemên wî li ser zilm û zora li Kurdan hatiye kirin bûn’

Salih Agir Qoserî bi mijara “Sirgûn û Nivîskarî” gotarek pêşkêş kir. Qoserî diyar kir ku Mehmed Uzun nivîskarekî sirgûnê ye û got: “Di dîrok û wêje û nivîskariyê de sirgûnî xwedî rolek girîng lîstiye. Kurdan her dem li sirgûnê wêje afirandin e. Piştî salên 80'yî gelek kurdan berê xwe dan Ewropa û nameze jî welatê Swêdê. Edebiyata kurdî li ser axa biyanî hatiye afirandin. Sirgûn derketina mirovan a ji axa wan e. Koçkirina bi darê zorê ya ji ser jîngeha xwe sirgûnî ye. Kurd ji neçarî çûne sirgûnê û qonax bi qonax edebiyata Kurdî li pêş xistine.”

Qoserî da zanîn ku gelek berhemên edebiyata kurdî ku li sirgûnê hatine nivîsandin, li ser hesret û bêrîkirin û nêrîna li ser welat in û wiha axivî: “Mehmed Uzun romana xwe ya ewil li ser îşkence, zilm û zora li Zindana Amedê nivîsandiye. Dema meriv bala xwe dide hemû berhemên Mehmed Uzun naveroka wan hemû kurd in, welat e û Kurdistan e. Mehmed Uzun di wêje û romanan de xwedî astek bilind e. Lê mixabin zû çû.”

‘Çanda dengbêjiyê ji bo Mehmed Uzun girîng bûye’

Kenan Soylemez jî bi sernavê “Di romanivîsiya Mehmed Uzun de tesîra dengbêjiyê” gotarek pêşpêş kir. Soylemez destnîşan kir ku dema ew behsa çanda devkî dikin, demek pir dirêj e û ev çand hê jî berdewam e û got: “Dengbêj û dengbêjî bîra civakê ye. Bîra civakê xwe di dengbêjiyê de dide der. Dengbêj çanda civakê zindî dihêle. Dengbêj Evdalê Zeynikê lehengê romana Mehmed Uzun e. Tradîsyona Evdalê Zeynikê berdewam dike. Edebiyata devkî ya kurdî girîng e. Mehmed Uzun vê jî wekî dengbêjiyê bi nav dike. Kurd bi saya dengbêjan xwedî ziman, bîr û hafizyekê ne. Tiştên ku di dîroka fermî ya kurdan de nehatine nivîsandin lê dengbêjan bi bîra xwe anîne roja me ya îro. Hemû berhemên dengbêjiyê ji bo Uzun xwedî wate û girîng in. Mehmed Uzun dixwaze wî ziman ango zarê dengbêjiyê bîne bi edebiyata modern ve girê bide. Mehmed Uzun klamên dengbêjiyê wekî belgeyan dibîne. Mehmed Uzun dixwaze peyv û gotinên dengbêjiyê modern bike û bîne roja me ya îro. Mehmed Uzun ew atmosfera li civatên dengbêjan bi edebiyata modern vegotiye.”

‘Mehmed Uzun romana kurdî zindî hişt’

Akademîsyen Zulkuf Ergun jî bi sernavê ““Hewldana çêkirina nerîteke modern di romanên Mehmed Uzun de” gotarek pêşkêş kir. Ergun jî anî ziman ku Mehmed Uzun ji bo edebiyata kurdî bû hêzek girîng û wiha axivî: “Mehmed Uzun dixwaze di edebiyata xwe de nerît ango modernîteyekê çêke. Ji 1923&an heta dawiya salên 70'yî ve civata wêjeya kurdî ya kurdên Bakur darbe xwar. Ev jî ji ber zextên dewletê pêk hat. Mehmed Uzun piştî çû Swêdê xwest edebiyata kurdî ya ku dihate xwestin bêruh bê hiştin, zindî bike. Mehmed Uzun berî ku romanên xwe binivisîne, ji bo romanên xwe amadekarî kiriye û li ser van amadekariyan roman nivîsandiye. Mehmed Uzun xwest ku nerîtiyek nivîskariya xwe çêke. Mehmed Uzun dixwaze çîrokbêj, stranbêj, dengbêjên kurd ji xwe re bike çavkanî. Mehmed Uzun dixwaze zimanê kurdî xweşik û rindik bike. Uzun dixwaze ziman bixe dilê keç û xortên kurd. Mehmed Uzun di berhemên xwe de nerîtek modern çêdike. Kedek li pey xwe hişt. Ew roman hema li ser maseyê nehatiye nivîsandin, bi ked û salên dirêj hatine nivîsandin. Nerîta modern gihand nifşên nû.”

Bi şanoyê jiyana Mehmed Uzun

Piştî panelê şanoya yek kesî ya “SIRGÛN – Rîça Pûç” ku ji hêla çîrokbêj-nivîskar Ayhan Erkmen ve li ser jiyana Celadet Elî Bedîrxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun hatiye amadekirin, hate lîstin.

AW

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar

ad

Qedexeya ser muzîka kurdî bi stran û govendê hat şermezarkirin

ad

Zilamê herî extiyar ê dinyayê xatir xwest

ad

ÎHD'ê belavokên bi kurdî û tirkî belav kirin

ad

Hunermend Demirbag li mala xwe bi şewatê mir

ad

Qevdegulek ji deng, reng û motîfên kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname