QAMIŞLO
2'yemîn Festîvala Çandê - Beşa Kurteçîrokê piştî 3 rojan êvara 10'ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.
45 nivîskar bi çîrokên xwe beşdar bûbûn, yên bi ser ketin li Parka Xwendinê ya Qamişloyê hatin xelatkirin.
Di merasima xelatdayînê de hunermend Beha Şêxo stranên xwe pêşkêş kirin, her wiha sînevîzyonek jî hat nîşandayîn.
45 nivîskar bi çîrokên xwe beşdar bûbûn, ji van 24 çîrok bi erebî, 21 çîrok bi kurdî bûn. Di dawiyê de ev bi ser ketin:
BI KURDÎ:
- Yekemîn: "Gustîlk", Medya Berekat
- Duyemîn: "Miriyê ku sax bû", Adil Îbrahîm
- Sêyemîn: "Bê Sîma", Şêrîn Hesen Yûsif
BI EREBÎ:
- Yekemîn: "Gustîla li ser sênîka sar", Kurdistan Yûsif
- Duyemîn (du heb hatin hilbijartin): "Rûpela dawîn", Diya Îskender - "Got na û çû", Xelîl Ehmed
- Sêyemîn: "Bermahiyên dadgerekî karbes", Kawa Ebdurehman Derwîş

Beha Şêxo stranên xwe pêşkêş kirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir


