Duhok
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, siyasetmedar Osmar Baydemîr li Duhokê axivîn. Ebdî got, “Edî ne mimkûn e Sûriye dewleteke navendî be.”
Li Duhokê “6’emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn” ku di pêşengiya Zanîngeha Amerîka ya Duhokê de li dar ket, gelek siyasetmedar beşdar bûn. Ji Başûr Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî, ji Rojava Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ji Bakur siyasetmedar Osmar Baydemîr, Serokwezîrê Iraqê Mihammed Şiya es-Sudanî, ji Tirkiye û welatên derdore gelek kes beşdar bûn.
Va ne çend notên ji konferansê:
- Mazlûm Ebdî:
“Êdî ne mimkûn e ku Sûriye dewleteke navendî be, divê êdî Sûriye nenavendî be. Sûriyeyeke nû tê avakirin. Di navbera me û Şamê de lihevkirinek heye lê belge lazim in. Her çiqas giran bimeşe jî pêvajoyeke hevdîtinan heye. Pirsgirêka herî mezin a di navbera me de bawerî ye. Peymanê 10’ê Adarê rê li ber şer û parçebûna Sûriyeyê girtiye. Dawiya her şerî diyalog e. Me îro rêya diyalogê hilbijartiye, pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin. Hemû Kurd dikarin di avakirina Sûriyeya nû de bi roleke xurt rabin.”
- Osman Baydemîr:
“Em îro bi êşa xwe û dermanê êşa xwe jî dizanin. Dermanê êşa me tifaq û yekîtiya navxweyî ye. Eger tifaqa kurdan pêk were dê Tirkiye û Îran jî bigihin aramiyê. Tenê ricayeke min heye, tifaqa xwe ya neteweyî xurt bikin û hikûmetê rojekê berê rojekê ava bikin. Ji bo çareseriyê, li cîhanê gelek modelên nenavendî hene û mirov dikare ji bo aştiyê sûdê ji wan bigire. Ma ew der dûr in an Hewlêr dûr e? Ji bo aramî, aştî û ewlehiyê modela herî nêzîk a Hewlêrê ye. Ma Cenevre dûr e yan Hewlêr? Hewlêr nêzîktir e. Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”

- Îlham Ehmed:
Xala herî giring ya ji bo avakirina aştiya civakî û jiyana hevbeş li Sûriyeyê, guhertina zîhniyeta desthilatdariyê, qebûlkirina mafên gelan û avakirina rêveberiyek nenavendî ye. Şam wekî navendek biryardanê nikare desthilatdariyê li ser hemû herêma Sûriyeyê bike . Mijarên li Sûriyê bi dîktatorî û yekzimanê çareser nabe. Ger neyê çareserkirin jî dibe sedema derketina şer û pevçûnan. Li Sûriyeyê gelek xwîn hatiye rijandin û şer civaka gelên Sûriyeyê lawaz kiriye. Ji ber vê yekê dem dema aştiya di navbera gelan de û têgihîştina di navbera pêkhateyên cuda de ye.

- Mesrûr Barzanî:
Çareseriya yekcarî, li parlamentoya Iraqê derxistina yasaya petrol û gazê ye. Hikûmeta Iraqê ji bo mijara petol û gazê pişta xwe bi yasayeke serdema rejîma berê girêdaye ku ji bo serdema niha ne guncaw e. Şertê me yê sereke pêkanîna destûrê ye. Em nikarin li welatekî berdewam bikin ku hertim binpêkarî li hemberî me tê kirin.

Konferans bi axaftina mêvanên din didome.


