Diyarname
Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Zanistî û Civakî ya Kurdan, û DÎTAM'ê jî li Amedê kongreyên xwe li dar xistin û rêveberiyên xwe hilbijartin.
KOMELEYA LÊKOLÎNÊN KURDÎ
Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê kar û xebatên xwe yên li ser kurdî didomîne. Komeleyê 5'emîn kongreya xwe li avahiya Konfederasyona Komeleyên Başûr-Rojhelat a li Bahçelievlera Stenbolê li dar xist.
Di kongreyê ede hevseroka komeleyê Remziye Alparslan got ku fermîbûna kurdî ji bo wan gavek jêveneger e û xwest nasname û zimanê kurdî di Zagona Bingehîn de bene bi cih kirin.
Piştî axaftinan Remziye Alparslan û Anifi Aydin wekî hevserokên komeleyê hatin hilbijartin. Di rêveberî de navên nû cih girtin.
KOMELEYA LÊKOLÎNÊN CıVAKÎ
Komeleya Lêkolînên Zanistî û Civakî ya Kurdan li Salona Alî Emîrîya li Amedê kongreya xwe ya 1'em li dar xist. Di kongreyê de gelek sazî amade bûn.
Di kongreyê de li ser navê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Elîf Turan, li ser navê Dayîkên Aştiyê Murvet Demîr, li ser navê Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk Hasan Ozguneş, dîsa Hevseroka Komîsyona Navendî ya Çand Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli, Hevserokê PEN'a KURD Omer Fîdan, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Orhan Sakcî û Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen axivîn.
Hevseroka DEM Partiyê ya bajarê Amedê Gulşen Ozer jî axivî li ser axaftina bi kurdî axivî û got: “Em di serî de rexneyiya xwe didin. Me ew qas ked daye lê em hemû ligel zarokên xwe bi tirkî diaxivin. Zimanê Amedê, zimanê civînê bi tirkî ye, divê em li ser bisekinin. Ziman azad bibe mirov azad dibe. Îro divê em aştiyeke mayînde li ser zimanê dayika xwe pêkbînin.”
Piştî axaftinan hilbijartin li dar ket. Murat Bîlgîç, Nesrîn Hîlal, Şanlî Akgonul, Oktay Şamiloglu, Suzan Vejan Tatli, Abduselam Uslu, Meral Zeytûn û Faîke İşik ji bo Lîjneya Rêveberiyê ya Esîlhatin hatin hilbijartin. Ji bo Lijneya Rêveberiyê ya Şûngir jî ev hatin hilbijartin: Eyup Subaşi, Sorgul Aytek Avşar, Arda Efe, Bêrîvan Matyar, Mehmet Rauf Kocaman, Nesrîn Soydan, Mehmet Ozbey
DÎTAM
DÎTAM'ê (Dicle Toplumsal Araştirmalar Merkezi - Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê) li salona DTSO'yê 6'emîn kongreya xwe li dar xist. Mesut Azizoglu carek din bo Serokatiya DÎTAM'ê hat hilbijartin. Sedat Yurtdaş, Meral Ozdemir, Ahmet Ozmen, Nevin Soyukaya, Mahmut Bozarslan, Sevim Vural, Mahmut Lezgin Yalçın, Dilan Kaya Taşdelen, Bariş Yavuz û Cihan Ay jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.


