Diyarname
Li gor bernameyê gere îro (29'ê mehê) Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Abdi û û heyeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li Şamê ligel Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê hevdîtin bikira lê hat ragihandin ku hevdîtin hatiye taloqkirin.
Di çarçoveya Peymana 10'ê Adarê de hevdîtin dê çêbiba, lê hat gotin ku "ji ber pirsgirêkên teknîkî" hatiye taloqkirin.
HSD'ê gotiye ku bi paş ve xistina hevdîtinê bandorê li bi cih anîna Peymana 10'ê Adarê nake.


