Diyarname
Duh di Kupaya Super a Spanyayê de Barselonayê tîma Real Madridê bi 3-2 têk bir û kûpa girt. Piştî vê yekê klûba Real Madradî kontrata teknîk dîrektorê xew Xabi Alonso betal kir.
Klûbê pêşî betalkirina peymanê ragihand, bi ser vê re kurtedemek derbas nebû got wan ligel Alvaro Arbeloa li hev kiriye û tîm teslîmî wî kiriye.
Albeloa ji sala 2020'î ve li tîma jêrîn a klûbê bû, ji pûşpera 2025'an ve jî teknîk dîrektorê Real Castilla bû.
ALVARO ARBELOA KÎ YE?
Teknîk dîrektor Alvaro Arbeloa di lîstikvaniya xwe de li Realê lîstiye. Dema Real Madrid serketî bû, di navbera salên 2009-2016'an de li tîmê dilîst, di 238 maçên fermî de forma li xwe kir.
Di dema lîstikvaniya xwe de ligel Real Madridê 2 caran bû Şampiyonê Lîga Şampiyonan, 2 caran Kûpaya Qral a Spanyayê girt. Ew carek di La Lîgayê de, carek jî di Kûpaya Cîhanê ya Klûbên FIFA'yê de bû şampiyon. Her wiha carek Kûpaya Super a UEFA'yê û carek jî Kûpaya Super a Spanyayê bi dest xistiye.
Li aliyê din di Kûpaya Cîhanê ya 2010'an de wî jî ligel tîma neteweyî lîst. Her wiha dema Tîma Spanyayê du caran bû Şampiyonê Ewropayê (2008 - 2012) wî jî di tîmê de dilîst.