logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ji panela 'Berxwedana Ziman û Rola Jinan': Sazî gere kurdî biparêzin, ne ku bibin sedema asîmîlasyonê

  • Dîrok: 20/02/2026
  • Beş: Nûçe

AMED

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê de xebatên xwe bi rê ve dibe panelek li dar xist. Panel di çarçoveya çalakiyên  21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de li dar ket. Bi beşdariya berfireh a jinên xebatkar, nivîskar, endamên meclisê û hemwelatiyan hate lidarxistin.

Panel bi axaftina moderator Fatma Guler Budak dest pê kir. Budak got, “Tiştekî têr nake ku em tenê li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê em li her qadê-dibistan, kreş, sazî, dezgeh, cihên giştî, medyaya dîjîtal û civakî- veguherînin qadên perwerdehiya zimanê kurdî. Divê em zimanê xwe ji bin xetereya ku UNESCO ew di kategoriya xetereyê de tomar kiriye derxin û bikin zimanekî jîndar û aktîf.”

Piştî axaftina moderator, mafê axaftina destpêkê da nivîskar û aktivîsta ziman Dîlan Guvenç. Dûre jî nivîskar Esra Sadikoglu axivî.

Aktivîsta ziman Dîlan Guvenç bal kişand ser xetereyên nûjen ên li hember zimanên bindest. Got ku di serdema îro de, bi saya amûr û teknolojiyên nûjen (medya dîjîtal, înternet, platformên civakî yên bi piranî bi zimanê serdest), zimanên li ber windabûnê bi leztir diqelişin. Ev rewş bandoreke mezin li ser zimanê kurdî jî kiriye. 

‘SAZÎ GERE KURDÎ BIPARÊZ$IN, NE KU BIBIN SEDEMA ASÎMÎLASYONÊ’
Guvenç wiha dom kir: “Her çiqas têkoşîna azadiyê û têkoşîna ziman bi hev re bên girêdan jî, têkoşîna ziman bi tenê têrî rêvebirin û parastina ziman nake. Ji ber vê yekê pêwîstî bi xebatên bi bandor û sîstematîk heye. Mînak  zarokek 5 salî gava diçe kreşên pergalê, bi gelemperî dest bi axaftina tirkî dike û ev yek dikare bibe sedema windakirina zimanê dayikê di demek kurt de. Ji ber vê, divê pergalên perwerdehiyê û saziyên civakî zimanê kurdî biparêzin û xurt bikin, ne ku bibin sedema asîmîlasyonê.”

‘ZIMANÊ DAYIKÊ DI ZIKÊ DAYIKÊ DE DEST PÊ DIKE’
Nivîskar Esra Sadikoglu jî di axaftina xwe de bi taybetî li ser mijara “Di wêjeya kurdî de berxwedana jinan û pêşxistina ziman” rawestiya. Got ku barê herî giran ê parastin û geşkirina zimanê zikmakî ketiye ser milên jinan û wiha dom kir, “Zimanê dayikê di zikê dayikê de dest pê dike û di mezinkirin, parastin û pêşvebirina wî de jî barê herî mezin dîsa li ser milên jinan e. Jinan ev bar hilgirtine û heta roja îro anîne. Di warê wêjeyî de jî divê em vî zimanê şêrîn geş bikin, biafirînin û belav bikin. Bar dikeve ser milê me hemûyan ku em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin û bikin zimanekî edebî, çandî û rojane yê jîndar.”

Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, cîgirên hevşaredaran, endam û rêveberên Meclisa Jinan û Meclisa Ziman, xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan jî di panelê de amade bûn.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser Farqînê ji bo saziyên navneteweyî name şandin

ad

Notên ji konferansa 'Di Salên 1990'î de Kurd û Kurdistan'

ad

Pîrekê Amerîka bi şîmpiyonê dinya

ad

Li gor qedexeyê li taxên Sûrê rewşa dawî

ad

Ji mirinê wê de zêde me

ad

Di Fûara Pirtûkan dengê kurdan lawaz tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname