Diyarname
Ronaldinho lîstikvanê efsanewî yê brezîlî ye. Lîstika fûtbolê bi wî xweş bû û niha ev lîstika wî, ev leheng ligel jiyana wî bû belgefîlmekî. BelgefîlMê bi navê "Ronaldinho: The One and Only" 16'ê mehê wê di Netfliksê de bê nîşandayîn.
Bi navê xwe yê dirêj Ronaldo de Assis Moreira, bi kurtahî Ronaldinho di sala 1980'ê de li Porto Alegre ya Brezîlyayê hatiye dinê.
Wî di tîma jêrîn a Gremio de dest bi fûtbolê kiriye, sala 1998'an de derketiya tîma A vê klûbê, sala 2001'ê de transferê PSG'ê bûye û 2003'yan de jî çûye Barselonayê. Ronaldinho li vê derê navdar bû ku heta 2008'an l iwir bû. Paşê Milan jî têde di hin tîman de lîst û 2015'an de dest ji fûtbolê berda.
Belgefîlmê ku niha hatiye kişandin li ser kariyera wî ya profesyonel hatiye kişandin.
Lîstikvanên wekî Lionel Messi, Neymar, Roberto Carlos û Carles Puyol ku ligel wî lîstibûn di belgefîlm de qala wî dikin.


