Diyarname
23'yemîn turnuvaya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an bi maça mazûvan Meksika û mêvan Afrîkaya Başûr dest pê kir.
Di maça li Stada Mexico City hat lîstin de malxwê bi 2-0 bi ser ket. Gola pêşî ya Meksîkayê di deqîqeya 9'an de hat. Lîstikvan Quinones tîma xwe bi 1-0 derxist pêş û di deqîqeya 67'an de Raul Jimenez encam diyar kir: 2-0.
Ji Afrîkaya Başûr Sithole di deqîqeya 50, Zwane jî di deqîqeya 83'yan de qerta sor dît û maç terk kir. Tîmê bi 9 kesî maç temam kir. Ji aliyê Meksîkayê jî lîstikvan Montes di deqe 90+2'yan de qerta sor dît.
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


