Şam
Ev demeke ku hin derdor dixwazin ji bo Cejna Qurbanê li Sûriyeyê agirbes bê îlankirin, rejima Sûriyê îro bersiv da û ragihand ku ji sibê serê sibê re heta 29'ê mehê wan agirbes îlan kiriye.
Pêşniyara agirbesta demkî ya bi wesîleya Cejna Qurbanê ji Nunerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereban Laxdar Brahîmî ve hatibû.
Piştî ku di seatên serê sibehê de, komek Artêşa Azad xwest bikeve taxa Erşefiyê, lê hêzên YPG’ê nehiştin û ew ji taxê derxistin, artêşa rejîma Suriyeyê jî bi hawanan tax bombebaran kir. Piştî bombebaranê Taxa Eşrefiyê* ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn rejimê agirbes îlan kir.
***
*Di êrîşa Sûriyeyê de hejmara miriyan gihişt 15’an


