Li dibistaneke seretayî ji dêvla xêzefîlm, fîlmekî pornoyê nîşan dan. Malbatan bertek nîşan dan, Wezareta Perwerdehiyê lêpirsîn da dest pê kirin.
li bakurêrojavayê Fransayê, li bajarê Rouenê li dibistaneke seretayî bi şaşî fîlmekî pornoyê bi zarokan dan nîşandayîn.
Wezareta Werdepiyê ev skanda pornoyê wekî "qezayeke xemgîn" bi nav kir û da zanîn ku mufetîşan dest bi lêpirsînê kirine.
Bûyer wisa çêbû: Li dibistanê mamosteyekî ji ser înternetê re fîlm tomar kir û qot qey xêzefîlm e da dest pê kirin. Lê di wê kêliyê de zengilê telefona wî lêda û mamoste derket derve. Zarokan temenê wan di navbera 3 û 5 salan de demekê li fîlmê porno temaşe kirin.
Hin malbatan got ku zarokên wan ketine şokê û gilî kirin.


