Diyarname
Pirtûka çîrokan a nivîskar Feratê Dengizî bi navê “Bi heft dengan gazî dikim” ji Weşanên Lîs derket.
Çîrokên di pirtûk de cih girtine di heman demê de wekî serpêhatiyan in. Hema hema hemû serpêhatî, serpêhatiyên ji der û dora gundê Dengiza û dengiziyan in. Nivîskar di serpêhatiyan de behsa jiyana gundiyan, têkiliyên wan ên bi hev re û yên bi rêveber û axayan re dike. Di kurteçîrokekê de behsa serpêhatî û dîroka malbatekê dike, di çîrokeke din de li ser etîmolojiya peyvekê radiweste… Pirtûk ji heşt kurteçîrokên rengo rengo pêk tê.
Nivîskar Feratê Dengizî heta niha bi navê “Zimanê Zîmên” (Ceribîn, Weşanên Belkî, Reşemî 2009), “Kêzê û Mişko” (Berhevkirin, Weşanên Şaredariya Kayapinara Amedê, Gelawêj 2009), “Tisê” (Berhevkirin, Weşanên Şaredariya Kayapinara Amedê, Gelawêj 2009), “Zîzanê” (Berhevkirin, Weşanên Şaredariya Kayapinara Amedê, Gelawêj 2009) û “Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê ya KCD’yê” (Werger, Weşanên Aram, Avrêl 2012) pirtûk amade kiribû û weşandibû.
Bi Heft Dengan Gazî Dikim / Feratê Dengizî / Weşanên Lîs / Çîrok/ 60 rûpel


