Diyarname
Komek şanoger ku navê Teatra Sî li koma xwe kirine lîstika xwe ya bi navê "Hirç û Xwezgînî" derdixin ser dikê.
Komê ji sê kurteçîrokên nivîskarê rus Anton Çêxov lîstikek bi navê "Hirç û Xwezginî" derxistine. Çîrok ji aliyê Têmûrê Xelîl û Aysal Tabak ve ji rusî ji bo kurdî hatine wergerandin û ew di lîstikekê de hatine honand. Niha lîstik dê derkeve ser dikê.
Derhêneriya lîstikê Baran Demir kiriye. Lîstik di 17'ê vê mehê saet 18.00'an de li Maya Sahnesi ya li Beyogluya Stenbolê yekem car derkeve pêşberî temaşevanan û hefteyeke din di heman saetê de dê dîsa bê lîstin.
Amadekarên bi vî rengî dest bi amadekirina lîstikê kiri: "Li gorî me zewac û 'Mêranî' kêm zêde, di lîstikên Çêxov de jî hene. Dema em rast lê hatin; ji Çêxov re pêdiviya 'Spasîva' li me peyda bû û me dest pê kir. Bi destpêkirina lîstikên Çêxov, me xwest silavek bi kurdî, bi kurtelîstikên 'Hirç', 'Xwezgînî' û 'Derheqê Zirarên Titûnê De' ji wergera rusî li Çêxov bikin. Ji bo temaşevanên kurdî, karakterên Çêxov yên çîna navîn (karmendên xwediyê mal û milk û maaş) û kurdên di vê demê de dijîn, em li pey komediyên wan ketin ku, wan bibînin û raxin ser sehnê."
Kunyeya lîstikê:
Nav: Hirç û Xwezgînî
Nivîskar: Anton Çêxov
Werger ji rusî: Têmûrê Xelîl, Aysel Tabak
Dramatrûg: Çetoyê Zêdo
Derhêner: Baran Demir
Kostum: Nursel Çelik
Lîstikvan. Baran Demir, Dawn Hannahan, Beritan Erdal Ayna, Recep İçen, Rojda Yavuz, Veysel Bakir
Wêne: İhsan Kaçar
sazkirina Afîşê: Cemil Ozçelik
Rojên lîstinê:
17 reşemî 2013, Yekşem, Saet 18:00
24 reşemî 2013, Yekşem, Saet 18:00
Navnîşan: Dika Maya, Kolana Îstîklalê, Pasaja Helebê (Hemberî Atlas Pasaji) Qat: 2 Beyoglu
Telefon: 0 530 952 86 96 / 0 212 252 74 52
***
REKLAM
Hejmara duyem a kovara DÎWAR derket
Ji bo xwestin, abonetî û pirsên we yên din, têkilî:
Ji bo xwendina nûçeya li ser DÎWAR bergê bitikînin.


