logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hevserokên BDP û KCD’ê ji bo peyama Ocalan çi gotin?

Hevserokên BDP'ê Demirtaş û Kişanak, Hevserokên KCD'ê Turk û Tugluk li ser peyama Ocalan axivîn.

  • Dîrok: 21/03/2013
  • Beş: Nûçe

Hevserokên BDP'ê Demirtaş û Kişanak, Hevserokên KCD'ê Turk û Tugluk li ser peyama Ocalan axivîn.

Vane gotinên hevserokan:

- Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş:
We şeref da qada azadiyê. Îro peyama herî xurt hat dayîn. Em bi piştgiriya hemû gelê xwe li pişt vê pêvajoya aştiyê ne. Em ji bo destê Birêz Ocalan ê aştiyê li hewa nemîne çi bar bikeve ser milê me em dê bikin. Bi sedsalan e ev axa hesreta aştiyê ye. Îro di Newroza 21'ê Adara 2013'yan de heviya me ya aştiyê dîsa şîn û geş bû."

- Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak:
We ji bo mafê xwe di ber xwe da û ber bi azadiyê ve meşiyan û we ev roj ava kir. We berxwedana me pêş xist. Gotina we tevan îro Serokê Gelê Kurd Birêz Ocalan got. Li ser navê ciwan, jin, gelê kurd got. Em dê ji bo pêdiviya vê sozê bêtir têbikoşin. We îro li vir dîrok nivîsand û hûn bûn şahidê dîrokê. Gelê Amedê û Kurdistanê ji bo vê pêvajoya nû amade ye. (Girseyê bi yek dengî got erê). Ji ber vê yekê lazim e em bi hev re bimeşin û heta dawiya emrê xwe ji bo aştiyê û çareseriyê û azadiyê û pêşeroja yekîtiya azad bimeşin. Em soz didin gelê Amedê û Kurdistanê ku em heta dawî bi hev re bimeşin.

- Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk:
Newroza gelê kurd û gelê Amedê pîroz be. Di dîroka me ya Rojhilata Navîn de Newroz rojek bi rûmet e, rojeke nû ye, diruşmeke nû ye, roja azadî û berxwedanê ye.
Gelê Kurd ji bo aştiyê xebat û hewldaneke mezin dide. Rêya Ocalan rêya me ye. Siyaseta wî siyaseta me ye.

- Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk:
Em naxwazin tiştekî bêjin. Dem dema siyasetê ye. Dem dema berxwedana gelê kurd e. Dem dema siyaseta deomkratîk û pêvajoyek nû ye. Îro peyamek ji Îmralî û Ocalan hat. Ev peyam manîfestoya azadî, biratî û aştiyê ye. Ev bang ne tenê ji bo kurdan e. Ev bang ji bo hemû gelan û nasnameyan û baweriyan e. Ev bang ji bo azadiya hemû nasname û nirxan e. Mezinatiya herî mezin ev e. Em vê peyama wî silav dikin. Em heta dawî li pey bang û peyama Birêz Ocalan in. Êdî aştî teqez lazim e. Ji bo em aştiyê diyarî gelan bikin ev deynê situyê me ye. Em dê li ser vê axê aştiyê geş bikin.
Ocalan ji bo ev pêvajo pêş bikeve gavên pêwist avêt. Lê ji bo ev pêvajo pêş bikeve lazim e aliyê din jî gavan bavêjin. Pirsgirêk ji înkar û îmhayê dest pê kir. Ziman, nasname, çanda me hat qedexekirin. Îsyana me ji ber vê yekê bû. Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê nasname, ziman û çanda me qebûl bibe. Em çiqas mezopotamyayî bin em ew qas anatoliyayî ne. Em dikevin nava pêvajoyek nû ye. Ev pêvajo pêvajoya têkoşînê ye. Werin em bi hev re ji bo aştî û demokrasiyê lêkolînan biqîrin. Em hemû qadan bikin qada Tahrîrê. Wê demê em dê karibin aştiyê bi ser bixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li aştiyê xwedî derkevin.
Em bawer dikin ku dê li ser vê axê aştî û azadî bi ser bikeve. Em bawer dikin ku em dê azad bibin û bi ser bikevin. An azadî an azadî."

***

Nûçeyên eleqedar:

- Ocalan: Bingeha têkoşîna nû fikir, bîrdozî û siyaseta demokratîk e

- Li Batmanê qad tije bû!

- Kesên dê beşdarî Newroza Amedê bibin

- Bajar û navçeyên Newroz lê hat pîrozkirin

- Demirtaş: Em mafê xwe dixwazin, ne yê kesek din

- Newroza Stenbolê silav li Rojava kir

- Li Konya xwestin 'w' bikin 'v'

- Bajar bi bajar bernameyên Newrozê

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nivîskarên kurd qeza derbas kirin

ad

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

ad

Festîvala Yilmaz Guney hat bi paş ve xistin

ad

Şaredarek din ê BDP’ê hate girtin

ad

Pirtûkek bavêjin Qumbareya Pirtûkan

ad

Tîmên kurdan îro dest pê dikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname