Diyarname
Şêwra Xwendina Edebiyata Kurdî ku ev nêzî 4 salan in xebata xwe didomîne vê carê Sîdar Jîr û pirtûka wî "Dozdeh Çirk" dike mêvanên xwe.
Sîdar Jîr dê qala pirtûka xwe, qala serboriya nivîsandina xwe bike û dûrê jî dê pirs bêne pirsîn.
Xêwra Xwendinê 28'ê vê mehê di navbera saet 14.00 -16,00'an de li dar bikeve.
Koma Şêwra Xwendinê di van çar salên xwe de heta niha li ser 43 berheman xwendine û li ser wan nîqaş kirine.
Wekî notek: Li Silêmanî jî komek xwendikarên kund "Dozdeh Çirk" girtibû dest û li ser wê teza xwe amade kiribû.
Çalakiya li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî:
Dem: 28.04.2013 (Yekşem)
Saet: 14:00 - 16:00
Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, İstiklal Cd. Ayhan Işık Sok. No: 21/1
Beyoglu, İstanbul


