Diyarname
Şaredarê CHP'ê yê Ovacixa Dêrsimê Mustafa Sarigul ji partiya xwe îstîfa kir û beşdarî BDP'ê bû. Di 2'yemîn kongreya rêxistina BDP'a Dêrsimê de Hevserokê BDP'ê Sehalattin Demirtaş rozeka BDP'ê bi berstûka Sarigul ve kir û xêrhatin lê kir.
Ji ber helwesta CHP'ê ya ji bo sazkirina Zagona Bingehîn û ya li ser çareseriya pirsgirêka kurd Şaredar Sarigul ji CHP'ê îstîfa kir.
Hejmara şaredariyan derket 101'ê
Bi beşdariya Sarigul re hejmara şaredariyên di destê BDP'ê de derket 101'ê. BDP'ê di hilbijartina herêmî ya 2009'an de* 99 şaredarî bi dest xistibûn. Demek berê di 29'ê avrêlê de Şaredarê Xelfetiya Rihayê Mahmut Ozdemîn jî ji CHP'ê îstîfa kiribû û derbasî BDP'ê bûbû.