logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li ber ronahiya Agirê Çaran şano

Hefteya borî ji her kesî dûr û bêyî çapemeniyê wekî Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê me li Zindana Amedê şanoya ku

  • Dîrok: 10/07/2013
  • Beş: Serbest

Mem Mîrxan*

Hefteya borî ji her kesî dûr û bêyî çapemeniyê wekî Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê me li Zindana Amedê şanoya kurdî pêşkêş kir. Ez ne şaş bim, serê salê bû ji girtîgehê bi îmzeya Leyla Guven (Şaredara Wêranşarê ku niha di zindanê de ye) daxwaznameyek ji me re hat. Di daxwaznameyê de dihat xwastin ku şanoyeke kurdî bê hepsê da ku girtiyên azadiyê karibin li şanoyek kurdî temaşe bikin.

Me tavilê bersiva daxwaznameyê da. Di wê demê de 2 lîstikên me yên berdest hebûn . Şanoya “Hamlet” û ya “Xulamê Du Xwedî”. Me her du lîstik xistin CD’yan û tevî erêkirina Şaredariyê ji Dozgeriya Komarê re şandin.

Di navberê re gelek dem derbas bû. Heta ku destûr derket em gihîştibûn 26’ê pûşperê. Lê bila be, ji bo rojeke wisa dîrokî mirov dikare salekê jî bisekine. Roj hat me dekor , alavên ronahiyê û cil û bergên lîstikê bar kirin û berê xwe da Zindana Amedê.

Wekî her amediyekî ez jî gelek caran ji bo hevdîtinan çûbûm wê girtîgeha ku hîn dengê Kemal Pîr tê de olan dide. Çi dibe bila bibe, di ser re çiqas dem derbas dibe bila be, hê Mazlûm Dogan bi berxwedana xwe ya bêhempa di hucreya xwe de ye, stranên azadiyê dibêje. Agirên Çaran hemû dikê ronahî dike, û em li ber ronahiya Agirê Çaran dilîzin. Û hemû kesên di wê zindana Amedê de îşkence dîtine û şehîd ketine, mêvanên me yên rûmetê ne. Ew, bi rastî jî çarşemiya borî li ba me bûn. Bi taybetî heval Kemal Pîr heta ku jê dihat dikeniya, û li Esat Oktay dinihêrî û digot:

- Mêro ka te digot kurdî ne ziman e, ka te digot, tirkî biaxive pir biaxive. Binêr tovên şoreşê zîl da û xwe gihand vê salona sporê ku te di vir de bi me îşkence dikir. Binêr em bi kurdî diaxivin, û pir jî diaxivin.

Helbet di vê roja dîrokî de mirov nikare hemû hestên hatine jiyîn binivisîne.

Ji bo jinên azad jî hewce ye em çend gotinan bibêjin.

Ew jinên ku me di têkoşîna rizgariya gelê kurd de her tim li pêş didîtin, bêyî ku em deriyê azadiyê li wan vekin, me deriyên hunera kurdî li wan vekirin. Bi qasî 3 saetan em li ba hev man. Ji her tiştî û li ser her tiştî em axivîn. Hêvî û baweriya wan gelek mezin bû. Bi xweşikbûneke azad em bi hev re bi “Xulamê Du Xwedî” û fen û fûtên wî keniyan. 

Û me nîvê kenê xwe li Zindana Amedê hişt.  Heta ku hemû Jinên Azad  û hemû girtî dernekevin em ê nîvçe bikenin.

Kunyeya lîstikê:

Nav: Xulamê Du Xwedî

NIVÎSKAR: Carlo Goldonî

DERHÊNER: Ruknettin Gun

WERGER: Zana Jarr

SÊWIRÎNERÊ DEKORÊ: Serdar Geren

SÊWIRÎNERÊ KOSTUMÊ: İsmail Oyur

SÊWIRÎNERÊ RONAHIYÊ: Bayram Can

SÊWIRÎNERA AFÎŞÊ: Bahar Demirtaş

LÎSTIKVAN: Yavuz Akkuzu, Leyla Batgi, Elvan Koçer, Rêzan Kaya, Ozcan Ateş, Şahabettin Dag, Bora Çelik, Kemal Ulusoy, Vural Tantekin, Şehmus Acarcan, Hamdusena Ozbey

MIJAR: Xulamê Du Xwedî, cîhaneke ku di nav de “nirxê” herî qedirbilind pere ye, têkilî li gorî pereyan şêwe digirin û evîn jî tên kirîn û firotin radixe ber çavan. Ne pêkan e ku mirovên sînorên wan tenê li gorî pereyan diyar dibin xwe, mejiyên xwe û giyanên xwe biparêzin. Pisûlaya pereyan kîjan hêlê nîşan bide evîn diçin wê hêlê, evîn bigihîjin hev jî, yê serketî her ew e. Dereweke ku tenê ji bo “berjewendiyan” hatiye kirin jî dikare her tiştî biguherîne, di herikîna jiyanê de diyarker bibe. Jiyan bi awayekî ji awayan dibe derew bixwe, mirov xwe di nava xirecira cîhaneke ku bi pereyan hatiye ristin de dibînin. Di vê cîhana dîn û har de tiştê ji mirovan re mayî tenê ew e ku bibin parçeyeke vê pergala hatî afirandin; qada wê diyar e, hê di destpêkê de hatiye pênasekirin.

*Serokê Daireya Çand û Turizmê ya Şaredariya Mezin a Amedê


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Beşar Esad bi eşîretên kurdan re hevdîtin pêk anî

ad

Notê vernî maçey fînalî

ad

Berendamên Oscarên 2020'an hatin eşkere kirin

ad

Peywirên nû didin Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî

ad

9 fîlmên vê hefteyê

ad

Serokê NY'ê Ki-moon ji bo Kobanê banga lezgîn kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname