Diyarname
"Ekşîsozluk"a bi kurdî bi navê "Tirşik" dest bi weşanê kir. Di tirşikê de gelek mijar hene.
Malpera www.tirsik.net gelek mijarên cur bi cur, agahiyên li ser kes, rêxistin, cureyên candî, navdar û gelek tiştên din di nava xwe de dihebîne. Malpera wekî "Eksîsozluk"a tirkî bi kurdî hatiye sazkirin û dest bi weşanê kiriye, dike ku li ser kurdan, kurdî û her tiştê din qadeke nû pêşkêşî cîhana kurdî bike.
Di malperên wekî Tirşikê de ji ser her tiştî xal hene û her kes dikare li ser wê xalê tiştek binivîse û biweşîne. Ev malper wekî torek azad, ferhengên azad agahiyan didin. Tirşik jî niha dike ku di qada kurdî de gavinan wisa biavêje. Her kes dikare di Tirşikê de jî xalên li ser xwe, xebatên xwe yan jî kesek din, tiştek din binivîse û biweşîne.
Niha Tirşik li benda her kurdî ye.
Navnîşan ev e:


