logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Romana 'Evîna Azadî' derket

Ehmed Gulabî Dere ku heta di nav gelek xebatên siyasî de cih girtiye, her wiha hin pirtûk jî nivîsandiye niha romaneke n

  • Dîrok: 08/09/2013
  • Beş: Berhem

Diyarname

Ehmed Gulabî Dere ku heta di nav gelek xebatên siyasî de cih girtiye, her wiha hin pirtûk jî nivîsandiye niha romaneke nû nivîsand. Romana wî bi navê "Evîna Azadî" wekî cîlda yekem ji Weşanên Han li Ewropayê derket. Li gor agahiya me ji Dere girt ev roman dê ekî 6 cîld (wî ji dêvla cîld navê "berg" bi kar aniye) bidome û her du salan yek jê dê bê weşandin.

Nivîskar Dere romana xwe ya yekemîn bi navê "Evîna Azadî" weşand. Ew sê sal in li ser dixebite û dê berdewamiya vê romanê bê. Di romanê de kurd, têkoşîna kurdan, rewşa gel heye. Li gor gotina Dere di van 6 cîldên romanê ku dixwe peyder pey binivîse de dê bi kurtahî dîroka Kurdistanê, rewsa gel û dîroka têkosîna rizgariyê hebe.

Dere yek ji têkoşerên kurd e ku ji zû de ye di nav têkoşîna kurdan de cih digire. Di vê serdemê de wî gelek kesên ji têkoşînê nas kirine, her yek bi awayekî jêre bûye çavkanî. Di romanê de jî ji vê jiyanê mînak û çavdarî hene. Dere li ser vê yekê ji bo me wisa got: "Di vê bergê de ez zêde neketime nava kûrahiya dîrok û têkoşînê, lê belê di bergên pêş de ewê bên nivîsandin. Dibe ku hin kes bêjin 'Ehmed DERE jiyana xwe nivisandiye' lê ne wisa ye. Bi giranî ez dixwazim jiyana hin kesên ku di têkoşînê de cih girtine bînim ziman. Ez jiyana pir kesên din di ya kesekê de tînim ziman."

Di romanê de lehengê sereke navê wî Rizgar e û carinan di navbera Rizgar û nivîskar de jî diyalog çêdibin. Dere kiriye ku bi zimanekî wêjeyî jiyana mîlîtanan, rewsa gel, bûyerên ku qewimîne û her wiha hin aliyên rewşa hestiyarî ya mîlîtanan bîne ziman.

Beşek ji romanê

“.....Di mehên zivistanê de, digel bi metreyan barana berfê,  Govik germ dima, tenê dema ku bayê bakur dahat rewş nexweş dibû. Jiber vê rewşa taybet ya Govik’ê şêniyên wî jê pirr razî bûn. Çendî ew di warê malê dinê de feqîr bin jî, dilê wan pirr dewlemend bû. Di jiyana wan de herdem evîn, heskirin û mirovahî hebû. Cîranan xwarina xwe bê hevdu nedixwarin. Dema serê şêniyekî gund bihêşiya li dora wî cîran tije dibûn, bi rojan ew ji ber serê nexweşan nediçûn. Ji her malê rojê bi tasan cur be cur xwarin ji bo nexweşan dahate şandin. Jiber vê mirovahî û herwiha  xweşiya Govik’ê heya niha kesî pêwîst nedîtibû pipirse ka çima bapîrên wan hatine li vî cihê gund avakirine. Mehemed jî ti car pirseke wiha ji xwe nekiribû û nefikirîbû. Ew ji gundê xwe pirr razîn bûn, gund jî ji wan...”

Ahmed Gulabî Dere kî ye?

Dere di sala 1971'ê de li gundê Kers a Vartoya Mûşê hatiye dinê. Di sala 1987'an de çûne Ewropayê û ji wê roje de li wir dijî. Dere ku di warê rojnamegerê û hiqûqa navneteweyî de perwerdehî dîteye, ji sala 1993'yan ev li Ewropayê di nav saziyên kurdan de cih giritye. Wî demekê li Fransa, Rusya û welatên Balkanan nûneriya dîplomasiya kurdan kiriye û di sala 2003'yan de bûye endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK). Dere di KNK'ê de peywira nûnertiya Dîplomasiya Kurdan girtiye ser milên xwe û di saziyên Yekîtiya Ewropayê de û bi Konseya Ewropayê re karên lobiyê kiriye. Nivîskar û siyasetmedar Ahmed Gulabî Dere heta sala 2009'an ku ji KNK'ê veqetiya ye, di Parlemena Ewropayê de wekî nûnerê fermî yê KNK'ê cih girtiye.

Ji sala 2009'an ve ji siyasetê wêdetir karê rojnamegerî û nivîskarî dike. Di sala 2009'an de pirtûkek wî bi tirkî, 2010'an de jî bi fransî derketiye.

Dere heta niha ji bo gelek rojnameyan nivîsiye. Wî di sala 1995'an de wekî yek ji avakarên rojnameya Axîna Welat (li Rusyayê derket) kiriye, ji wê demê ve jî salên dirêj ji bo rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Polîtikayê qunciknivîkarî kiriye.

Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:

- Gelê ku dewleta wî tune, Kurd (2009, bi yewnanî, Weşanên Gordios)

- Yekîtiya Ewropa’yê û Rastiya Kurd (2008, bi kurdî, Weşanên Mezopotamya)

- 21. Yuzyilda Kurtler (2009, bi tirkî, Weşanên Gordios)

- Les Kurdes, la Turquie et les Forces Internationales (2010, bi fransizî, Weşanên Han)

- Evîna Azadiyê (2013, bi kurdî, Weşanên Han)

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.   


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Meclisa Çand û Hunerê ya Bajêr hate avakirin

ad

Pirtûka Evdurrehman Qasimlo li Amedê hat çapkirin

ad

Mîtolojî û Helbest

ad

Hevşaredarê Culemêrgê hat binçavkirin

ad

Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin

ad

Ji Cem Boyner pêşniyarên li ser pirsgirêka kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname