Dirbêsiyê
Desteya Bilind a Kurd (DBK) ji bo hevdîtinan bike derbasî Mêrdinê bû û roja 7'ê mehê dê here Enqereyê.
Heyet Desteya Bilind a Kurd ku di navê de endamên DBK'ê Îlham Ehmed, Ebdulselam Ehmed, Mistefa Meşayix û Mehemedê Musa hene vê nîvrojî ji deriyê Dirbêsiyê ya rojavayê Kurdistanê derbasî Dirbêsiya Qosera Mêrdinê bûn. Heyet, piştî karê xwe yê li vir derbasî Mêrdinê bû, ji wir dê here Amedê û sibê jî dê li Enqereyê be. Heyet li Enqereyê dê bi rayekarên Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê, hin balyozgerên Ewropayê re hevdîtinan pêk bîne.
Li ser navê rojavayê Kurdistanê berê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim du caran hatibû Enqereyê û hevdîtin pêk anîbû. Muslim 23'yê tîrmehê û 13'yê gelawêja îsal de hatibû Enqereyê.
Di dema ku li Rojava xebata avakirina rêveberiya demkî û xebatên ji bo Konferansa Cenevre 2 didomin de heyet li Enqereyê.


