HESEKÊ
Bûk û zavayek ku ji Hesekê diçûn Serêkaniyê, bi cil û bergên dewatê li ser bendên kontrolê yên YPG’ê geriyan û şêraniya daweta xwe li şervanan belav kir.
Kesê bi navê Ebdilhelîm Silêman yê ji bajarê Serêkaniyê bi Cîhan Îbrahîm ya ji bajarê Hesekê re zewicî. Sîlêman dema bi xizmên xwe re diçû Hesekê û bûk anî, di vegerê de, li gel bûkê bi cilên xwe yên dawetê, li ser bendên kontrolê yên YPG'ê û Asayîşê sekinîn, peya bûn û şîraniya daweta xwe li şervanan belav kir.
ANHA


