Diyarname
Kadîn Pirtûk Kovar li Qoserê weşanên kurdî difroşe. Kadînê lîsteyeke balkêş li ser firotina pirtûkên xwe yên sala 2013’yan amade kir. Em wê lîsteyê radigihînin we.
Kadîn Pirtûk Kovar ev çend sal in li Qoserê pirtûk, kovarên bi kurdî difroşe. Wekî par em îsal jî lîsteya pirtûkên ku herî zêde li Kadînê hatine firotin diweşînin. Li gor agahiyên ku me ji berpirsên Kadînê girtin bandora Beşa Kurdolojiyê ya Zaningeha Artûklûyê li ser firotina pirtûkan çêbûye (bi taybetî di pirtûkên lêkolînê, çîrok û wergerên soranî de). Ew dibêjin ev bandor çêbû lê berdewamî çênebû. Her wiha warê romanê de jî bandora "Koma Xwendinê ya Qoserê" çêbûye.
Di nav lîsteyê de gelek aliyên balkêş hene. Mînak di nav 10 çîrokên ku li Kadînê herî zêde hatine firotin de 7 jê pirtûkên nivîskarên kurd ên wefat kirine ne, tenê jê sê yên nivîskarên dijî ne.
Dîsa balkêşiyeke din jî "Janya" ya Rênas Jiyan e. Ev pirtûk ku nêzî 15 salan berê derketiye hê jî di nav lîsteya yên baş tên firotin de ye ku ev yek jî nîşan dide "Janya" êdî klasîka helbesta kurdî ye.
Bi kurtahî li Qoserê tiştên zêdetir hatine firotin ev in. Û vaye lîste:
HELBEST
1- Diêşiya Rênas JIYAN Weş. Belkî
2- Janya Rênas JIYAN Weş. Belkî
3- Gêreya Hestên Min Janez SAR Weş. Belkî
4- Agir û Pirûsk Cegerxwîn Weş. Avesta
5- Hemû Helbest Şêrko BÊKES Weş. Ronahî
6- Nifirrên Nîşankirî Cengiz MAMO Weş. Belkî
7- Mexzena Xwînê Rênas JIYAN Weş. Belkî
8- Dîwan Ehmedê HUSEYNÎ Weş. Avesta
9- Xewa Min Nayê Evdila PEŞÊW Weş. Dîwan
10- Kadiz Rojen BARNAS Weş. Nûbihar
ÇÎROK
1- Gazinda Xencera Min C. A. BEDIRXAN Weş. Lîs
2- Kurdên Nejbîrkirinê Nûreddîn ZAZA Weş. Avesta
3- Eyloyê Pîr K. A. BEDIRXAN Weş. Lîs
4- Hemû Berhem Qedrî CAN Weş. Belkî
5- Li Goristanek Amedê Osman SEBRÎ Weş. Lîs
6- Meseleya Wîjdanê Ahmed Muxtar CAF Weş. Avesta
7- Evîntirş Bajar MÎRZEMAN Weş. Belkî
8- Kenê Parsek Hesen QIZILCÎ Weş. Avesta
9- Dozdeh Çirk Sîdar JÎR Weş. Lîs
10- Dojeha Veşartî Bawer RÛKEN Weş. Avesta
ROMAN
1- Apê Min Cemşîd Xan ku Bextiyar ELÎ Weş. Avesta
Hertim Bê Ew li Ber Xwe Dibir
2- Jana Gel Îbrahîm EHMED Weş. Lîs
3- Maria Melekek Bû Firat CEWERÎ Weş. AVA
4- Siyabend û Xecê Ronî WAR Weş. AVA
5- Şikeftên Haydrahodahosê Selîm BEREKAT Weş. Lîs
6- Labirenta Cinan Hesenê METÊ Weş. Avesta
7- Siya Evînê Mehmed UZUN Weş. Îthakî
8- Dimdim Ereb ŞEMO Weş. Lîs
9- Mîrname Jan DOST Weş. Avesta
10- Feqiyên Tariyê Selîm BEREKAT Weş. Avesta
TEORÎ – REXNE – CERRİBÎN-LÊKOLÎN
1- Çirûskîzm Rênas JIYAN Weş. Belkî
2-Bendname Remezan ALAN Weş. Avesta
3- Romana Kurdî û Nasname Haşim AHMEDZADE Weş. Avesta
4- Folklor û Roman Remezan ALAN Weş. Peywend
5- Lêkolînên Zimannasiya Kurdî Salih AKIN Weş. Avesta
Ji bo kesên eleqedar navnîşana Kadîn Pirtûk & Kovarê:
Tepebaşi Mah. 614. sok. Boran apt alti No:23 Qoser
Tel: 0506 929 44 93
***
Têbinî: Emê weşandina îstatîstîkên li ser sala 2013'yan ên di warê cur bi cur de berêve biweşînin
***
- 2013: Li Tirkiyeyê fîlmên ku herî zêde hatine temaşekirin
- 2013: 70 rojnameger li ser kar mirin
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


