logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Vane xalên Zagona Bingehîn a Kantonên Rojava

Li Rojayê Kurdistanê sê kanton, sê zimanên fermî hatin qebûlkirin û li ser jin û zarok jî xal hatin qebûlkirin. Yek ji x

  • Dîrok: 06/01/2014
  • Beş: Nûçe

AMÛDÊ

Li Rojayê Kurdistanê sê kanton, sê zimanên fermî hatin qebûlkirin û li ser jin û zarok jî xal hatin qebûlkirin. Yek ji xalan a girîng jî dibêje dê perwerdehî bê pere be.

Meclisa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê pêşnûmaya, “Hevpeymana Civakî” erê kir. Di hevpeymanê Sûriye wekî welatekî demokratîk hat binavkirin û Rojava jî wekî 3 kantonên girêdayî vî welatî tê binavkirin. Her wiha zimanên kurdî, erebî û sûryanî wekî zimanên fermî yên Kantona Cizîrê hatin qebûlkirin; fêrbûna zimanên din jî hatin mîsogerkirin. Dîsa tevlîbûna jinê ya di her warê jiyanê de, parastina mafên zarokan, karkeran û hawirdorê, aboriya civakî çend xalên girîng in.

Meclisa Çêkirina Zagona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demî  ku di 31’ê berfanbara 2013’yan de civiya bû û biryara efûya giştî dabû, di heman civînê de biryar girtibû ku di 6’ê rêbendanê (îro) de ji bo nirxandina pêşnûmayên “Rengê Rêveberiyê", “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” bicive.

Di çarçoveya biryarê de meclisa ji 52 partî, rêxistin, tevgerên civakî yên sivîl, tevgerên jin û ciwanan, 15 kesayên serbixwe pêk tê, îro dîsa civiya. Di civîna ku li Amûdê li dar ket de ji 67 endaman 61 kes amade bûn.

Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê Dr. Ebdulkerim Umer ve li ser navê Dîwana Meclisê hate kirin, pêşnûmayên ku komîteyên “Diyarkirina Rengê Rêveberiyê”, “Amadekirina Hevpeymana Civakî” û “Amadekirina Qanûnên Hilbijarinê” li delegeyan hate belavkirin.

Civînê paşê derî bi ser rojnamegeran de girt û dom kir. Li gorî agahiyên ji salonê hatine girtin, di civînê de destpêkê li ser pêşnûmaya “Hevpeymana Civakî” nîqaş û nirxandin hatin meşandin. Di encama nirxandinan de Hevpeymana Civakî bi yekîtiya dengên endaman hate erêkirin. 

Çend xalên girîng ê ji hevpeymanê wiha ne:

Yek ji xalên bingehîn ên hevpeymanê derbarê ziman de ye. Li gorî peymanê li herêma Cizîrê wê zimanên kurdî, erebî û sûryanî wekî zimanên fermî bêne bikaranîn. Di heman xalê te dê gotin ku mafê hemû hindikneteweyên herêmê jî heye ku bi zimanên xwe perwerdehiyê bibinin.

Çend xalên din wiha ne:

- Suriye dewleteke azad, demokratîk, serbixwe û xwedî îrade ye. Sîstema wê parlamenteriya demokratîk e.

- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşek ji Sûriyeya pêşerojê ku wê li ser esasê sîstema nebûye navendî bê avakirin e.

- 3 kantonên rêveberiya xweseriya demokratîk (Cizîr, Kobanê, Efrîn) hene û ev beşek ji erdnîgariya Suriyê ne.

- Qamişlo navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ye. Ev kanton wê ji bo kurd, ereb, suryanî, ermenî, çeçen, misliman, xristiyan, êzidî hevbeş be. Têkiliyên di navbera van pêkhate û baweriyan de wê li ser esasê biratiya gelan, jiyana hevbeş û hevkariyê be. Tu pêkhate ji van nayên piştguhkirin. 

- Li Kantona Cizîrê zimanên fermî kurdî, erebî, suryanî ne. Li gel van fêrbûna zimanên pêkhateyên din jî tê mîsogerkirin.

- Têkiliya di navbera navend û rêveberiyên kantonan de li ser esasê xweseriya demokratîk tê çêkirin û hêza wê ya parastinê jî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e.

- Hevpeymana civaka tevlîbûna ciwanan a bi awayekî çalak di nava xebatên siyasî û rêveberiyê de mîsoger dike û ev dê di nava zagonan de bê diyarkirin. 

- Rêveberî li gorî zagon û peymanên navneteweyî mafê mirovan û azadiyan diparêze. Wê maf û azadiyan wekî nirxên herî giranbuha qebûl bike.

- Mafê jinê ye ku di nava jiyana civakî, siyasî, aborî, çandî û hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigere û xwe birêxistin bike. Her wiha hemû cudahiyên zayendî wê bên rakirin.

- Bikaranîna zarokan, zewicandina di temenê biçûk de, îşkenceya psikolojîk û fizîkî qedexe ye.

- Mafê ewlekarî, aramî û perwedeya bêpere yê her welatiyekî heye. Perwerdeya seretayî ji bo her welatiyekî ferz e. Her wiha mafê kar, hewandin, xanî, mîsogerkirin civakî û tenduristî, parastin û xwedîderketina dayiktî û zarokatiyê.

- Li herêmên xweseriya demokratîk, sîstema aborî li ser pêşxistina giştî ya wekhev a ku bingeha xwe ji pêşxistina derfetên zanist û teknolojiyê digire, tê avakirin. Li ser vî esasî wê pêdiviyên mirovî ji bo hemû welatiyan bêne peydakirin û asta jiyanê bê bilindkirin. Ev jî dê bi riya zêdekirina berhem û çalakiyên aborî û misogeriya teşwîqkirina pêşbirka wekhev a li ser esasê xweseriya demokratîk bê pêkanîn. Di vê sîstemê de edaleta civakî esas e, yekdestîbûn qedexe ye, her kes wê li gorî karê xwe berhema xwe bigire, bi awayekî neteweyî xwedî li amûrên hilberînerê tê derketin. Mafê karkeran û serfkaran wê parastin, parastina hawirdorê û xurtkirina rêveberiya wê esas be.

Civîn bi nîqaşên li ser pêşnûmayên din didome.

 

ANHA - Diyarname 

 

***

 

Nûçeya eleqedar:

- Zagona Bingehîn a Rojava hate qebûlkirin


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Konferansa Neteweyî gavek din hat avêtin

ad

Li Misrê encamên hilbijartinê eşkere bûn

ad

Vane rêveberên nû yên HDP'ê

ad

Xebateke nû û kêrhatî: Pirtûkxaneya Berhemên Jinan

ad

Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket

ad

Baydemîr: Emê xizmeta ji bo doza mafdar a gelê xwe bidomînin (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname