logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Konferans: Divê dîplomasiya kurd çalak bibe

Danezana encamê ya 1'emîn Konferansa Dîplomasiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Amedê hat lidarxistin, hat eşk

  • Dîrok: 03/02/2014
  • Beş: Nûçe

AMED

Danezana encamê ya 1'emîn Konferansa Dîplomasiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Amedê hat lidarxistin, hat eşkerekirin. KCD'ê xwest, ji bo dîplomasiya kurd li ser bingeha xwe bê rûniştandin Konferansa Neteweyî ya Kurdan bê lidarxistin û biryar hat dayîn ku der barê Rojavayê Kurdistanê de pêngaveke xurt a dîplomatîk were destpêkirin.

Li gorî danezana encamê, konferansa di rojên 1 û 2'yê reşemiya 2014'an de li Amedê kom bû, diyarî Engîn Sîncer û siyasetmedarên jin ên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kirin.

Di danezana encamê ya konferansê de hat ragihandin ku bi bexwedana bi heybet a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkoşîna azadiyê ya Kurd di çarçoveya Modernîteya Demokratîk de bûye xwedî bingehek karibe Rojhilata Navîn biguherîne.

KCD'ê diyar kir ku divê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdstanê ya li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve were vegotin û di çarçoveya neteweya demokratîk a gelan de dîplomasî bê meşandin û got, "Derveyî sînor, pîvan û ûslûba dîplomatîk a modernîteya kapîtalîst, afirandina bingeha rêxistinbûyîna dîplomasiyê ya xweser, wekî wezîfeyekê li pêşiya me ye."

Li gorî danezana encamê, pêkhateyên 1'emîn Konferansa Dîplomasiyê ya KCD'ê nîqaşên berfireh li dar xistine, di gelek mijaran de gihîştine heman nêrînê û biryardariyek derketiye holê. 

Çend ji biryarên girîng ên hatine wergirtin ev in:

"Dîplomasiya netewe dewletî li gorî berjewendiyên yekdestiyên navneteweyî tevdigere, dîplomasî ne ji bo aştiyê, ji bo şer rola amadekariyê dilîzin, lewma ne çareserî mirovahî ber bi kaosê ve dibe.

Di şûna vê de divê dîplomasiya neteweya demokratîk a bi pîvanên maf, edalet û exlaqê esas bê girtin, divê ev dîplomasî jî bi kûrbûneke îdeolojîk, biryardariyeke stratejîk û vezelokiyeke taktîkî were meşandin.

Di çarçoveya xebatên dîplomatîk ên navxweyî de divê hemû sazî û rêxistinbûyînên Kurdistanê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin, Konferansa Neteweyî ya Kurd tavilê kom bikin û bingehên dîplomasiya kurd diyar bikin.

Pêwîst e girîngiya jiyanî ya Şoreşa Rojava ku di rewşa şerê li Sûriyeyê de bi vîna xwe ya cewherî derket holê û ji niha ve bû hêviyek ji bo gelên Rojhilata Navîn baş were pejirandin û li gorî vê yekê pêngaveke xurt a dîplomatîk were destpêkirin.

Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin, li navenda hemû xebatên me yên dîplomatîk were bicihkirin.

Ji bo PKK ya ku ji bo azadiya gelan têdikoşe ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' bê derxistin, xebatên dîplomatîk bên meşandin.

Ji bo koçberiya bi mîlyonan mirovan a ji ber şerê 30 salan, komkujiyên di dîrokê de li hemberî kurdan hatine kirin û herî dawî jî komkujiya Roboskî bikeve rojeva cîhanhê û rastî derkevin holê, xebatên dîplomatîk ên xwe dispêrin edaletê bên meşandin.

Dema cihê sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di dîplomasiya kurd de li ber çavan were girtin diyar dibe ku ev komkujî li dijî têkoşîna rastî û azadiya jinê hatiye kirin û ji bo ronîkirina kiryarên Fransa û Tirkiyeyê û têkiliyên wan ên navneteweyî, xebatên dîplomatîk bên meşandin.

Di serî de li Îranê ku bi darvekirinan zexta li dijî kurdan zêde dibe, li dijî hemû polîtîkayên înkar û tunekirinê helwest were nîşandan û di asta navneteweyî de xebatên dîplomatîk werin meşandin.

Ji bo hemû xebatên dîplomasiyê bi awayekî koordîneyî bên meşandin, divê rêxistinbûyîneke mayînde were afirandin."

Her wiha Konferansa Dîplomasiyê ya KCD'ê  îlana rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava silav kir

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Enqereyê 'Kor Nokta' bi ser ket

ad

2018: 1923 karker di dema kar de mirin

ad

Şanliurfa û Beşîktaş têdir kay kenê

ad

Di vîzyonê de fîlmên vê hefteyê

ad

Xwendinek li ser "Kurdên Almanyayê" li dar dikeve

ad

YE û Îngilistanê ji bo Jîna Emînî hin biryar girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname