logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hatip Dicle: Ger guleyek biteqe Erdogan li cihê xwe namîne

Hilbijartin, pêvajoya aştiyê, şerê Cemat û AKP'ê, KCK, Balyoz, mebûsiya wî... Li ser wan Hatip Dicle axivî.

  • Dîrok: 04/02/2014
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Utku Çakirozer*

Operasyona bertîl û karên nehiqûqî, ne tene şîrikiya AKP û cemata Fetullah Gulen ji hev xist. Ji aliyê her kesî ve hat fêmkirin ku dozên wekî; KCK, Balyoz û Ergenekon ku ji aliyê dadgehên rayedara taybet ve tên rêvebirin, çendî nehiqûqî ne.  Di vê pêvajoyê de me li Sîncanê bi Engîn Alan ê wekîlê Stenbolê yê MHP’yê ê girtiyê Doza Balyozê ye; Bi girtiyên Ergenekonê İlker Başbug, Fatih Hilmioglu,Tuncay Ozkan, û Denîz Yıldırım re li Sîlîvriyê hevdîtin pêk anîn. Roja berê jî me bi Serokê Giştî yê DEP’ê û Hevserokê berê ê KCD’ê Hatîp Dîcle re ku ev 4 sal û 2 meh in  li Girtîgeha Amedê girtî ye, hevdîtinek çêkir. Dîcle yek ji pêşengên tevgera siyasî a kurdan e ku ji 20 salên dawî ya emrê xwe 15 salên wê li girtîgehê derbas kiriye. Dîcle di berfenbara 2009’an de di operasyonên KCK’ê de hat girtin, di hilbijartına 12’yê pûşpera 2011’ê de di bin bloka Demokrasî, Aştî û Kedê de wekî namzetê serbixwe di girtîgehê de wekî wekîl hat hilbijartin. Lê bi îtîraza AKP’ê bi hinceta di derheqê wî de biryara girtîbûnê heye, wekîliya wî hat betalkirin û dewsa wî de ji lîsteya AKP’yê Oya Eronat bû wekîl. 

Nirxandinên Dicle ku me pêre li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hevdîtin kir di der heqê operasyona 17’ê berfenbara 2013’yan, pevçûna AKP- Cemat û bandora wan li ser pêvajoya aştiyê  ev in;

Ji 20 salan 15 jê girtîbûn

Niha 59 salî me. 15 salên emrê min li girtîgehê derbas bûn. Ez di 36 saliya xwe de wekîl bûm. Di sala 1994’an de hê 39 salî bûm min girtin hundir. Em bi Leyla Zana, Orhan Dogan û Selîm Sadak re deh sal û nîv razan. Di navbera pûşpera 2004’an û berfenbara 2009’an de ez azad bûm. Ji 24 berfanbara 2009’an û vir ve ji doza KCK’ê hatima girtin. Ev 4 sal û 2 meh in ku ez li Amedê me. 

Bi taybetî ez hatim astengkirin 

Di 2007’an de nehiştibûn ez û Orhan Dogan bikevin hilbijartinê. Di hilbijartinên 2011’an de jî bi awayekî plankirî wekîliya min ji deste min hat girtin. Doza mina ku di der heqê gotineke min a di sala 2006’an de min kiribû, di Dadgeha Bilind de bi awayekî lezgîn hat pêş ve xistin û berî hilbijartinê dijê min der heqê min de hat pejirandin. Yek ji wan dadgeran ku biryar pejirand endamê YSK’ê (Saziya Hilbijartina a Bilind) bû. Biryar 3 roj berî hilbijartinê ragihandin min. Lîste hatibûn çapkirin, ango dewletê destûr da bû min ku ez bikevim hilbijartinan. Min 86 hezar rey stend û ez hatim hilbijartin. Di 15’ê pûşperê de me mazbata girt, di 21’ê pûşperê de jî bi biryara YSK’ê wekîliya min hat betalkirin. Li pişt vê yekê AKP heye. Heya deqîqeya dawî sekinin û li gor xwe ev biryar bi kar anîn. 

Ez ji Oya Xanim li bendê bûm ku…

Ji bo Oya Xanim (Eronat) ku dewsa min bû wekîl, çi bibêjim? Diyar e ku xeletî kiriye. Ger ez bama min dê di bin siya skandaleke wisa de wekîlî negirta. Ez li bendê bûm qet ne nebe bibêje ‘ewê ku li Hatîp Dîcle hatiye kirin neheqiyek e lê li gor zagonan bi dilekê xemgîn ez vî barî hildigrim ser xwe.’ Mixabin ji AKP’yiyan tu deng derneket.

Divê heyf ji wê neye girtin

Li parlamentoyê gotinên ku li ser Oya Xanimê tên kirin gotinên baş nîn in, gotinên ne hewce ne. Divê heyf ji wê neyê girtin. Ev yek biryara rêveberiya AKP’yê ye. Rêvebêrê partiyê ku îtîraz kiriye Haluk Îpek e lê ev doz li DMME’yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) ye. Di biryara DEP’ê ya1994’an de DMME’yê Tirkiye mehkûm kiribû, wê heman tişt bibe. Kesek ku ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin, bi biryara saziyan hat astengkirin. Tu bingeheke wê di Zagona Bingehîn de tune ye.

Sedemên Fiyaskoyê

Pêvajoya çareseriyê bûyereke nû nîn e. Ji 2009’an û vir ve di rojevê de ye. Bi Xabûrê re dest pê kir.Ez wê demê berdevkê KCD’ê bûm. Di vê fiyaskoyê de berpirsyariya her kesî heye:

1. Di navbera kurdan û AKP’yê de baweriyek tune bû.

2. Li hin deran şahiyên “zêde” a bi hewaya serkeftinê hebûn lê di vê yekê de xebatên saziyek tune bû. Ew coşa xwezayî ya gel bû.

3. Rexneyên giran ên Serokê CHP’yê Deniz Baykal bandor li ser Erdogan kir.

4. Reaksyona ewil a Serokwezîr ‘gel pir xweş kêf dike’ bû lê piştî rexneyên dijwar bi paş de gav avêt. Ger xwedî li pêvajoyê derketa, wê pêvajo dom bikira. Gava bi paş ve gav avêt kurdan jî got ‘binêre AKP dîsa me dixapîne.’ Pişê jî tecrîda li ser Ocalan dest pê kir.


Ji bo PKK’ê temînkirina ‘pêvajo wê bi dawî nebe’

Piştî berfanbarê li nava PKKyê rewş ev e: Wê Erdogan biçe û şer dîsa destpêke lê di rojên dawî de Cemîl Bayik û Selahattin Demirtaş dibêjin;‘Erdogan bibe jî nebejî wê pêvajo bidome’. Me pir qîmet dan wan gotinan.  Gelo hin kesan peyama ‘ev polîtîkaya dewletê ye, wê neguhere’ da PKK’yê? Dibe ku şaxekî dewletê be. Belkî jî şaxa neteweperest e. Ji bo kesên ku Erdogan biçe wê dîsa şer destpêke difikirin re peyam hatibe şandin? Ango dibe ku ji wan re gotibin, ‘wisa ne fikirin’. Berî Ozal û demên 1996-97’an de jî kesên neteweperest  bi PKK’ê re di têkiliyê de bûn. Kesên ku em ji wan re dibêjin neteweperest ligel DYA û dewletên rojavayê ji bo tezkereya 1’ê Adarê gotibûn ‘na’. Her tim şaxeke wisa ya dewletê bûye.

Erdogan ne jêveneger e lê… 

Erdogan helbet ne jêveger e lê siyaset karê hesabê ye. Gelo alternatîf (vebijark) heye? Na. Di pirsgirêka kurd de kî baweriyê dide me? Ger CHP partiyeke rasteqîn a çep bûya, di warê azadiya gelan û aştiyê de samîmî ba, ma wê çaxê dê Erdogan biba jêveneger... Daxwazên kurdan diyar in. Zimanê dayikê, çareseriya aştiyane, Xweseriya Demokratik. Ger em Erdal Înonuyê ji wan veqetînin, di xeta SHP-CHP’ê de heya niha wan qet bawerî neda kurdan. Ne Baykal, ne Karayalçin ne jî Kiliçdaroglu. Li nav CHP'ê Sezgin Tanrikulu heye lê ew tenê kesek e. Bawerîdayîn bi bernameyê, bi gotin û bi helwestê dibe.


Me dewsa Sarigul, Çelebî pêşniyar kir

CHP li Stenbolê dê têk here. Wan ligel Cemaetê hevkarî kir û berendamekî alîgirê rastgirî dîtin. Lê li Stenbolê her demê hêzeke xurt a çîna karker hebûye. Ger di hilbijartinê de AKP bi ser bikeve ev yek dê ne berpirsiyariya HDP'ê dê ya CHP'ê be. Me ji wan re got, 'Suleyman Çelebî nîşan bidin em piştgirî bidin'. Lê gotin na. HDP, ligel wê çîna karker dê dengek bilind ku nayê texmînkirin bigire.

Di Balyozê de neteweperest hatin tasfiye kirin.

Di operasyonên Balyoz û Ergenekonê de kî hatin girtin? Çetin Paşa, İlker Paşa… Hêzên neteweperest a arteşê hat tasfiye kirin lê ew kesên ku di salên 1990 û 99’an de  kurd  şewitandin, weran kirin, kuştina kiryar nediyar pêk anîn li holê nîn in. Generalên ku li hindur in yek ji wan jî karê şewitand û xirakirinê nekiriye. Bila derkevin. Ez Yalçin Xocey (Kuçuk) nas dikim. Ez wî rexne dkim lê neqayilim li hindur be. Erdogan niha dixwaze dîsa bi van hêzên neteweperestan re têkiliyê deyne. Çima? Lewre fêm kir ku wê bixwe jî here. 

Ev para nehiqûqî ya herî biçûk e ku dixuye

Li cihê ku kapîtalîzm hebe li wê derê nehiqûqî jî heye. Cemaetê xwest ku AKP’yê ji cihê wê ya herî lawaz lêxe. AKP ketiye nav tevgera nehiqûqî. Evê ku li ber çavan ev e lê ya neberçavan jî Cemaet bi xwe ye. Divê em wê baş bibînin an na emê lê biqelibin.

Tevgera navneteweyî Erdoganî naxwaze

Mesele ne tene 17’yê Berfenbarê, lêpirsîna karê nehiqûqî ye. Cemaetê ji Mavî Marmara vir ve ye xwe amede dikirv.Ger dolar di hefteyekê de gihîştibe 2.40 lîreyê wateyekê din a vî karî heye. Divê em wekî “tevgera aborî a global” li vê meseleyê binêrin. 17’yê Berfenbarê derbeyek global e. Erdoganî naxwazin lewre ew Neo-Osmanî ye. Serî li DYA û dewletên rojavayê radike. Tiştek din jî hilbijartina Serokomarî heye...

Baweriya me qet bi Cemaetê nayê

Piştî 12’yê Rezberê du tevgerên cematê piştgirîn dan leşkeran yek ji wan Cemaeta Gulen bû. Hedefa wan a ewil li nav dewletê cih girtin bû. Pêşî bi Çillerê re pêş ketin. Di dema AKP’yê de herî zêde ketin nav dewletê. Lê di dawiyê de di navbera wan de nakokiya desthilatariyê dest pê kir. Cemaet di pirsgirêka kurd de ne aliyê çareseriyê ye. Erdogan hê netewîtir e, hîn Tirkiyeyî ye. Cemaet li gor DYA û welatên rojava tevdigere. Baweriya tevgera kurd qet bi Cemaetê nayê.

Ma wê DYA ji bo çi balyozgerê xwe bişîne?

Ger Erdogan hinekî aram tevbigere wê karibe ji vê qeyranê sax derkeve. Lê ez ne bawerim ku ew wisa tevbigere. Ew bi lez reaksiyonan dike. Divê nav bagerê de divê mirov bi baldarî bimeşe. Ma wê çima DYA balyozgerê xwe bişîne? Wekî mînak ji TUSÎAD’ê re dibêje: ‘Xayîn’. Ev xeletî ye, ne rast e. Divê guh bide dostên xwe. Kî rexneyan lê dike, dibe dijmin.

Qîmeta krediya CHP’ê nizanî

Xeletiyeke din a wî jî, helwesta wî ya li hemberî muxalefetê ye. Kiliçdaroglu derket û got ‘me kredî vekir’. Serokwezîr bersiva ‘em ne mihtac in’ da. Ji muxalefeta mezin re wisa nayê gotin, ji TUSÎAD’ê re ‘xayîn’ nayê gotin.

Ji ber vê yeke baweriya min a ku Erdogan vê pêvajoyê bibe serî tune ye. Hoste dibêjin lê qet wekî hosteyan tevnagere.

Ger guleyek biteqe Erdogan li cihê xwe namîne

AKP heya îro her tim îtîfaqên konjukturel pêk anîn. Lîberal, demokrat her li cem wê bûn. Hemû dostên wê yek bi yek ew terikandin. Herî dawî Cemaet jî çû. Niha tenê em, kurd hene li cem wî, lê ew jî herî zêde wê du mehan karibe bidome. Piştî hilbijartinê dibe ku hin tiştên em nafikirin pêk bên. Ger şer derkeve em hemû wê di şînê de bin.

Hilbijartina heremî ya 30’yê adarê pir girîng e, lewre wê nîşan bide ku ka pirsgirêka kurd dê bikeve şikleke çawa. Niha em li ser pira siratê de ne. Ger rewş veguhere aştiyê wê Erdogan jî wekî Serokomar derkeve Koşkê lê niha pêvajo nameşe. Bingeha zagonî tune be hevdîtin nabin muzakere jî. Di senaryoyeke neyînî de wê dîsa qonaxa pevçûnê dest pê bike. Wê ji bo tu kesan baş nebe. Xeyala derketina Koşkê jî wê têk here.

Erdogan belkî xwe wekî padîşah dibîne lê ne li hindur ne jî li derve nikare projeyên xwe pêk bîne. BDP jî, Îmralî jî, Qendîl jî ji vê rewşê ne memnûn e. Di pêşerojê de ger guleyek  biteqe Erdogan nikare li cihê xwe bimîne. Wê heya Dîwana Bilind here.

Welatên rojava hê çareseriyê naxwazin

Çima nahêlin ev pirsgirek çareser bibe, lewre cîhana rojavayê çarerseriyeke bi biratiya gelan naxwaze. Em vê yekê ji 1992’yan û vir ve dizanin. Leyla Zana û Ahmet Turk çûbûn Amerîkayê. Li wê derê ji wan re gotibûn ‘hê ne dema çareseriyê ye.’

Li Amedê nexweş hene

Li vir nêzê 1000 girtî hene. Hemû menzel mişt tijî ne. Tirsa me ya herî mezin rewşa girtiyên ku tenduristiya wan giran e. Ji wan sê kes di nav rewşeke wan pir giran de ne: Halîl Guneş, Şemsettîn Kargili, Adnan Yalçin. Divê rojekê zûtir ew bên berdan. Ew ji doza KCK’yê jî nin in. Nexweşî bûyereke mirovane ye. Di Ergenekon û Balyozê de gelek girtiyên nexweş hene. Divê van kesan terkî mirinê nekin. 

FIKRA DEWLETA SERBIXWE JI HOLÊ RABÛ

● Daxwazên Ocalan û kurdan ku, yekîtiya Tirkiyeyê têk bibin, nîn e. Ji zûde ye ku me ramana dewleta serbixwe terikandiye lewre 2 mîlyon û nîv kurd li Stenbolê ne. Em Xweseriya Demokratîk jî ne tene ji bo xwe, ji bo kurdên Stenbolê û ji bo tirkên Meletiyê jî dixwazin. 

BINGEHA EFÛYA GIŞTÎ TÊ AMADEKIRIN.

 ● Di 12 Rezberê de hem çepgir hem jî rastgir hatibûn girtin. Li nav hev bixe û li hev bîne. Kenan Evrenî gotibû: ‘Me yek ji wan yek ji van dardekir.’ Em wisa difikirin ku dewlet di Balyoz û Ergenekonê de jî ji bo ku xwe paqij derxe, dixwaze bingeha efûyeke  giştî çêbike. Ger herkes sûde jê bigre wê kes îtîraz neke. 

JI BO DAGEHÊN PARALEL BOYKOT 

● Em, piştê 17’yê Berfenbarê dadgehên Amedê protesto dikin. Berê me ew wekî saziyek dewletê didîtin, lê gava me helwesta wan a li hemberî bernedana 5 hevalên me dît, ji wê rojê wir ve em dibêjin; ‘hûn dadgehên dewleta paralel in. Em baweriya xwe bi we naynin, em we nasnakin’ û em dernakevin dadgehê.

*1 reşemî 2014, rojnameya Cumhuriyetê

 

Werger: Ruşen Aslan 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ereban li Îngilistanê tîmeke din jî kirî

ad

Belgefîlmsaz Kesik hat berdan

ad

Têgînên ji bo saziyên civakî

ad

Em vê hefteyê Bob Dylan dikin mêvan

ad

PDK, 'Em beşdarî hilbijartinê nabin'

ad

Putînî bi Stalînî Polonya tehdîd kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname