Diyarname
Ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Ii Wêranşar, Cizîr, Silopî, Wan, Qers, Agirî, Mûş, Îzmir, Şirnex, Mêrdîn, Edene, Riha, Sêrt, Bedlis û Stenbolê çalakî, meşên girseyî li dar ketin, daxuyanî hatin xwendin.
Li her derê daxwaz hate kirin ku kurdî bikeve bin ewlehiya Zagona Bingehîn.
Li Stenbolê piştî daxuyanî gel xwest ji ber Lîseya Galatasaray heta Taksîmê bimeşe lê polîsan êrîş kir û gel belav kir.
Li Almanyayê jî Enstîtuya Kurdî ya li Almanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Bangawaziya me ew e ku di her qadê jiyanê de em li zimanê xwe xwedî derkevin, biaxivin, pê bijîn. Ya herî girîng ew e ku zaroyên me bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û li ser vî hîmî bibin xwediyê nirxên neteweyî. Êdî em li her qadên jiyanê bi kurdî bijîn û kar û xebatên xwe bi zimanê xwe yê dayikê bi rêve bibin."
Her wiha BDP û HDP'ê ku beşdarî çalakiyên ji bo ziman bûn, di heman demê de li ser vê rojê daxuyaniyên nivîskî jî weşandin. Dîsa KCK'ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa got: "Em li her derê bi kurdî bifikirin, biaxivin, bixwînin û binivîsînin."


