Amed
Roja yekemîn a Kongreya Îslama Demokratîk ku li Amedê li dar ket hin not:
- 340 delege beşdarî konferansê bûn.
- Midûrê Enstîtuya Zimanên Dijîn ê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadri Yildirim axaftina destpêkê kir. Endamê Akademiya Olê yê Kantona Cizîrê Nûrettîn Şakir, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Endamê Meclisa KCD'ê Ayhan Bîlgen axivîn
- Di roja de yekemîn de peyama Ocalan* hat xwendin.
- Beşdaran li ser peymana Hz. Muhammed a Medîne nîqaş kir.
- Parlamenterê berê Abdulbakî Erdogmuş got ku tenê ne kurd muxatabê aştiyê ne û hemû gelê bindest muxatab in.
- Doç. Dr. Veysel Ayhan got ku kurd dê bi vê kongreyê dîsa ometê bikin yek û bibin hêzek mezin.
- Nûnera Yekgirtiya Îslama Demokrat û parlamentera jin Hewraz Ahmet anî ziman ku li ser navê îslamê li mislimanan zilim tê kirin.
Misliman li hemberî komkujiyê bêdeng in
- Şaredarê berê yê Culemêrgê û Îlahiyatzan Fadil Bedîrhanoglu bal kişand ser êrîş, zext û komkujiya li ser kurdan tê meşandin û anî ziman ku oldarên misliman li hemberî êrîşên li ser kurdan û komkujiya li hemberî kurdan bêdeng man û hêjî bêdeng in.
Bi şaşiyê bersivdayîna şaşiyê
- Ayhan Bilgen got ku divê îslama rastîn û îslama ku îro tê jiyîn rûberî hev bêne kirin û got: "Gelo pêxemberê me îro bijiya li hemberî êşa li Geliyê Zîlanê dê helwesta wî çawa ba? Li Rojava, li Roboskî dê aligirê kîjan alî ba?
Li hemberî senteza fars îslamê, senteza tirk îslamê em nikarin bi nêzîktêdayîna senteza kurd îslamê bersivê bidin. Gere em bi şaşiyê bersiva şaşiyê nedin."
Yekrengkirina dijberiya Xwedê ye jî.
- İhsan Eliaçik li ser gotina ku dibêjin "îslam û demokrasî li hev nakin" bal kişand ser Peymana Medîne û got: "Peymana Medîne pêşkêşiya pêxemberê me bû ku ji her bawerî mirov bi hev re li Medîneyê bijîn bû. Yanê bi gotina Îro formulekirina civaka demokratîk bû. Peymana Medîne nîşan dide ku dê ev pirrengî çawa bi hev re bijîn. Yekrengkirina vê pirrengiyê dijderketina li dijî Xwedê û dijî xwezayê ye."
**
* Peyama Ocalan ya ji bo Konferansa Îslama Demokratîk