logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Pirtûka nasandina Êzîdiyan

Li gor hin daneyan tenê li Almanyayê ji 800 hezarî zêdetir Kurd dijîn. Nivşê dudyan xwerû jî yê sisyan întegre bûne. Beş

  • Dîrok: 11/05/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Li gor hin daneyan tenê li Almanyayê ji 800 hezarî zêdetir Kurd dijîn. Nivşê dudyan xwerû jî yê sisyan întegre bûne. Beşek ji wan zimanê dayîkê ango Kurdî baş nizane, zimanê wan ê rojane û perwerdê bi Almaniye. Ji ber vê egerê jî, divê em bikanin hîtabê ciwanên xwe jî bikin. Ji çandê bigire hetanê baweriyê ku bi Almanî nebe, nikane hîtabê cihana nivşê nû bike. Divê têkiliyê bi wan re jî tê danîn, hetanê radeyekê li gor cihana wan be. Tundiya li gor ananeyên kevin, di cihê sûdê de zirarê dide û ciwanan ji civakê dûr dixe.

Bi taybetî jî Kurdên Êzîdî bi giranî li Almanyayê dijîn, cîwanên ji baweriya Êzîdî nîvanîv di nava civaka Alman de întegrebûne. Birêz Salîh Yaltî ev rastiya dîye û hem ji bo ciwanên Êzîdî û hem jî ji bo rastiya Êzîdiyan bi Almanan bide nasîn xebateke pir hêja kiriye. Mirov bi hêsanî dikane bibêje, ev cara yekem e ku berhemeke wisa hêja, têr û tijî, baweriya êzdayetî bi her aliyê ve dide nasîn ketiye destê xwenêran. Aliyê berhemê ya herî girîng jî, bê layan rasterast li ser baweriyê ye. Hêviya min ew e ku ev berhem bi Kurdî jî were weşandin. 

Ji ber ku rasterast baweriya Ezdayetî dide nasandin, Wezareta Almanya Federel ya ji bo malbat, salmezin, jin û ciwanan di bin şiyara “toleranz pêşxistin û şiyanê bi hêzkirin“ de jî piştgirî daye vê berhemê. Ango berhema “Die Eziden“ li Almanyayê bi alîkariya dewletê bi fermî hatiye weşandin. Ev tê wê wateyê ku ev berhem dikane Êzîdiyan bi hemû cihanê bide nasandin û wek çavkaniyeke fermî were pejirandin.

Di pêşgotina vê berhemê de armanca berhemê wiha tê şirovekirin: “Fikra vê projeyê li ser du bingehan rûdine. Bi taybetî li bajarê Cellê daxwaziyeke li ser berhemekê ku bikane Êzîdiyan di dibistanan de û di saziyê din de bide nasîn hebû. Ya din jî ji bo ku Êzîdî bikanin rasterast xwe bi cihana dor xwe jî bide nasîn, divîbû projeyek wiha têketa jiyanê.“

Di vê berhemê de berê baweriya êzdayetî bi her aliyê ve tê nasandin, têkiliyên wê yên dîrokî li gel şiroveyên kurt bi wêneyên rengîn dide nasandin. Hemû kastên baweriya êzdayetî tê vekirin û nîşandan. Payeyên olî, Ji mîr, rûhanî, qawal ta feqîr, ji pîr, şêx ta mûrîdan, bê guman koçek jî nehatiye ji bîrkirin. Ya herî baş jî hemû bi wêneyên rengîn hatine dewlemendkirin. Ango mirov hem dikane bixwîne û fêr be û hem jî dikane bi çavên serê xwe bibîne.

Cigehên pîroz wek Laliş wek mijareyeke sereke hatiye girtin, ji şiroveya navê Lalişê bigire hetanê dîroka Lalişê bi berfirehî li ber çavan raxistiye. Dîsa nexşeya cigehên pîroz û cihên Kurdên Êzîdî lê dijîn, ziyaret û cihê pîroz ên tên ziyaretkirin, bi wêneyên kalîteberz hatiye hûnandin.

Rastiya Tawisî Melek û sembola Tawisî gelek baş hatiye zelalkirin, li gel wê berat û kirasên pîroz jî hatine zelalkirin. Xwerû jî di dema perestinê de rola van pîroziyan bi awayê xwenêr bikane tê bigihîje hatine zelalkirin.

Têkiliyên civaka Êzîdî gav bi gav tê şirovekirin. Mînak: Di nava Êzîdiyan de awayê zewacê, giringiya zewacê, ananeyên di dêlîndeza zewacê de pêk tên, têkiliya mêr û jinê, dê û bav û zarokan, ji porjêkirin ta sunetê, rola kîrvatî, birayê axretê bi awayekî gelek zelal û zanyarî tên vekirin û şirove kirin.

Welatê Kurdan, zimanê Kurd û li ba Êzîdiya giringiya ziman, sirûda netewî, kesayetiyên bûnin sembolên Kurdayetî, Newroz û giringiya Newrozê, têkiliya van nirxan, êzdayetî û netewa Kurd, bi hevokên kurt û têr hatine vekirin.

Di rastiyê de divê projeyên Tevgera Azadî ya ji bo ciwanên li Ewropê dijî jî bi vê awayê were vekirin û pêşkêş kirin, daku ciwanên me di nava civakên ewropî de têkneçin û bikanin li rastiyên xwe vegerin. Divê xebatkar berê her tiştî mentalîta ciwanên li Ewropê mezin bûne, baş bizane, li gor rastiya wan projeyan dayne pêş wan, li hember forma jiyana wan rêz bigire. Ev berhema “Die Eziden“ mînakek baş e.

capanik51@hotmail.de

Yeni Ozgur Politika, 09.05.2014

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Piştî 7’ê Pûşperê û Jê Wêdetir, çi bû, dê çi biqewime?’

ad

Lîsteya maçên Kûpaya Cîhanê ya 2010'an

ad

Celadet Bedirxan hat bibîranîn

ad

Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne

ad

Mealê Quranî bi kirmanckî veciya

ad

Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname