AMED
Encamnameya Konferansa "Li Rojhilata Navîn Sînor, Kurdistan û Teheyûlên Pêşerojê" ku li Amedê du rojan dewam kir, hat aşkerakirin. Di encamnameyê de bal hat kişandin ser tifaqa navbera Kurdan û hat destnîşankirin ku Kurd xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne.
Encamnameya Konferansa "Li Rojhilata Navîn Sînor, Kurdistan û Teheyûlên Pêşerojê" a ji aliyê Weqfa Mezopotamya û Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) di navbera 5-6'ê Tîrmehê de li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat aşkerakirin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mezopotamyayê Prof. Dr. Mahmût Togrûl encamname aşkera kir û anî ziman ku bi statukoya Rojhilata Navîn a bi awayekî dramatîk ser û bin bûye re ew ketine pêvajoyeke ku Kurd çarenûsa xwe tê de diyar bikin.
Togrûl da zanîn ku Kurd li xaçerêyeke dîrokî û krîtîk e û got, "Her biryara Kurdan a îro bi şareza were dayîn, her gava hevpar û biryardar bê avêtin, wê hem bandorê li pêşeroja wan hem jî li pêşeroja herêmê bike. Bûyer û pêşketinên diqewimin, vîna Kurdan a weke gelekî azad û demokratîk, hunera wan a gelbûyînê ji nû ve diceribînin."
MAFÊ KURDAN Ê DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE HEYE
Togrûl ragihand ku konferans bi sê rûniştinan hatiye lidarxistin û diyar kir ku pêşkêşiyên gelekî giranbuha hatine kirin û di encama van pêşkêşiyan de jî nîqaşên berhemdar hatine meşandin. Togrûl da zanîn ku di konferansê de bal hatiye kişandin ser van xalan:
"- Weke gelekî mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe heye. Kurd dikarin vî mafê xwe bi şêweyê modelên rêveberiya cewherî ya weke federasyon, xweseriya demokratîk û kantonan jî bikar bîne, her wiha dikarin weke avakirina dewleteke serbixwe jî bikar bînin. Mafê Kurdan heye ku vî mafê xwe cuda cuda yan jî bi hev re bikar bîne.
- Her parçeyên Kurdistanê xwedî şertên xwe yên xweser in. Divê rêz ji van xweseriyan re bê nîşandan û tu carî weke sedemeke pevçûna navbera Kurdan neyê dîtin.
- Em di wê baweriyê de ne ku tifaqa navbera Kurdan bi qasî jiyanê girîng, pêkan û pêwîst e.
- Em êrîşên hovane yên li hemberî Kobanê bi fikar dişopînin. Em destnîşan dikin ku bi hemû hêza xwe li cem gelê xwe yê l Kobanê ne û dixwazin destnîşan bikin ku parastina Kobanê parastina Kerkûkê ye, parastina Kerkûkê parastina Kobanê ye.
- Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û hêvîdarin ku wê veguhere pêvajoya muzakereyê ya wekhev û azad an.
- Em dixwazin destnîşan bikin ku divê aktorên siyasî, civakî û medyayê, bi taybetî xwe nêzî zimanekî hevdu reş dikin û dikare rê li ber pevçûnan veke, nekin.
- Em li bendê ne ku civaka navneteweyî, di warê sererastkirina neheqiya di destpêka sedsala bîst û yekan de li gelê Kurd kiriye, di çarçoveya mafên kolektîf û mafên însanî yên gerdûnî yên sedsala bîst û yekan de, bi wicdan û berpirsyar tevbigere.
- Em bang li dewletên li ser Kurdistanê serdest in dikin, ku dest ji polîtîkayên dewletê yên kevneşop berdin û bi Kurdan re pêvajoyeke ji nû ve avabûnê bidin destpêkirin.
- Em di wê baweriyê de ne ku lihevkombûna akademîsyenên Kurd gelekî girîng e û pêkhatina konferans û komxebatên bi vî rengî yên di dema pêş de hem ji bo akademiya Kurd hem jî ji bo civaka Kurd wê erênî be.


