logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

214 nivîskarî bi navê 'Banga Netewî' daxuyaniyeke da

Bi pêşengiya Komeleya Nivîskarên Kurd daxuyaniyeke bi ser navê "Banga Neteweyî" hate amadekirin û 214 nivîskarên kurd pi

  • Dîrok: 06/10/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Bi pêşengiya Komeleya Nivîskarên Kurd daxuyaniyeke bi ser navê "Banga Neteweyî" hate amadekirin û 214 nivîskarên kurd piştgirî daye vê daxuyaniyê û daxuyanî îmze kiriye. Daxuyanî li ser rewşa Kobanî û rewşa kurdan a neteweyî hatiye amadekirin û weşandin. Komeleyê bi peyameke nivîskî daxuyanî ragihand.

Em vê daxuyaniyê diweşînin:

"Banga Neteweyî

Wekî tê zanîn nêzîkî mehekî ye rêxistina terorîst û faşîst DAÎŞ bi mebesta bidestxistinê, bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanî dorpêç kiriye. Heta niha di vî şerî de bi dehan şervanên Kurd şehîd ketine. Şer niha jî bi hemû dijwariya xwe li nêzîkî bajêr didome, topbarana êrîşkeran nava bajêr kiriye armanc. Bi kurtayî, Kurdên Kobanî û şervanên bajêr niha şerê man û nemanê didin. Niha nêzîkî sed dewletên cîhanê li dijî DAÎŞê yekîtiyek ava kirine. Ew tenê di axa Kurdan de şer dike, qetlîaman pêk tîne, kesên ku sing bi singê li dijî wê şer dikin jî Kurd in. Ev şer êdî ne tenê yê Kurdan e, ev yê hemî mirovayetiyê ye. Digel vê rewşê, koalîsyona navdewletî ya li dijî vê rexistinê heta niha tu bombebaranek bi bandor li devera Kobanê pêk neaniye. Ev yek jî bizava vê rêxistinê xurt kiriye û şer gihandiye vê astê.

Ger Kobanî bikeve destê DAÎŞê dê qetlîam û karesatek mezin pêk were û ev jî dê ji ya Şengalê mezintir be, belkî komkujiya Helepçe dubare bibe. Tesîra qetlîamek wiha dê darbeyek mezin li "Pêvajoya Çareseriyê" ya Kurdên bakûr jî bike. Dibe ku şer li Tirkiyeyê dîsa dest pê bike. Tê îdia kirin ku hin dewlet alîkariya vê rêxistinê kirine û niha jî dikin. Ev sûcekî mirovayetiyê ye ku xebatek zanistî jê re divê. Divê çiqas belge, nûçe û agahiyên derbareyê vê yekê de hene werin tomarkirin, bo Dîwana Dadê ya navdewletî werin şandin. Bila herkes bizanibe ku, çawa hevalbendên Baasî û Naziyan hatin darizandin û cezakirin, dê roja darizandina hevalbendên DAÎŞê jî were.

Di van hel û mercan de, partiyên Kurdan hêj yekitiya xwe ya netewî ava nekirine. Neyarê wan di bin ala îdeolojiyek paşverû û xeyalperest de sînorên welatê wan dibezîne, lê ew digel ku miletek in û birayê hev in nikarin ji parçeyekê derbasî parçeyê din ê welatê xwe bibin, tixubê siyasî ji nav xwe rakin, yekitiyekê ava bikin. Mixabiniyeke ku, seba doh li Şengalê karesata bi serê gelê Kurdên Êzidî de hat nebû dax, lewma niha dor hat ser Kobanî. Nivîskar û rewşenbîrên Kurdan çi di nivîsên xwe de, çi di medyaya civakî de zimanekî neteweyî pêk naynin, ew geh “destkeftiyên YPG yê” piçûk dibinin, geh "kêmasiya pêşmergeyan" di bûyera Şengalê de mezin dikin û geh jî "yekpartî" û "yekhêzbûna" PYD û YPG ya li Rojava dubare rexne dikin. Her yek alîgirê hizbekî qelema xwe dibezîne, lê kes hay ji qirkirina miletê xwe namîne. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin, ji bo Kobanê çi ji dest were bikin! Hemî neteweyên cîhanê di cengên wiha de bûne milet. Ev ceng jî ji bo yekitiya Kurdan û rewşenbîrên wan fersendeke zêrîn e, ferqa Şengal, Celewla û Kobanê ji hev nîn e, gerîla jî û pêşmerge jî parçeyek ji canê vî miletî ne. Bi vê mebestê em bang li hemî rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û li yên hemî dunyayê dikin; roj roja tevgereke Kurdewar e, şervanên me li çeperan mil bi mil şer dikin, divê em jî yekîtiya xwe ava bikin, dev ji zimanê cudakar, hizbîparêz û heqaretwar berdin, qelem û hunera xwe bikin xizmeta gelê Kobanê û bihêzkirina yekîtiya gelê Kurd."

Yên ku ev daxuyanî îmze kirine ev in:

Komeleya Nivîskarên Kurd, Berken Bereh, A.Hicri İzgören, Suzan Samancı, Fırat Cewerî, Îlhami Özer, Osman Özçelik, Îrfan Babaoğlu, Yavuz Ekinci, Mehdi Perinçek, Abdullah Demirbaş, Muharrem Erbey, Sami Tan, Haydar Diljen, Konê Reş, Sidqî Hirorî, Tosinê Reşîd, Edip Polat, Îrfan Amida, Dilawer Zeraq, Mehmet Yılmaz, Remziye Aslan, Îlhami SÎdar, Yaqob Tilermenî, Mahmut Alınak, Adil Zozanî, Fadıl Bedirhanoğlu, Aydın Alp, Roşan Lezgîn, Zinarê Xamo, Sabiha Diljen, Doç. Dr. Osman Aytar, Sedat Yurtdaş, Şerefxan Cizîrî, Fatma Savcı, Ronayî Önen, Mihemed Şarman, Rukiye Özmen, Recep Dildar, Husên Duzen, Lal Laleş, Loqman Ayebe, Lokman Polat, Hesenê Dewrêş, Hamid Omerî, Ferzan Şêr, Umran Aran, Netice Altun Demir, Kristin Özbey, Enise Çağer, Rodi Zinar, Hogir Berbir, Yıldız Çakar, Çidem Baran, Felat Özsoy, Salih Sezgin, Mazhar Roj, Fewzi Bilge, Ali Oruç, Fêrgîn Melik Aykoç, Ali Gurdilî, Özgür Tüzün, Feratê Dengizî, Newaf Mîro, Aydın Üneşi, Azad Zal, Bozan Yaman, Azad Ekkaş, Çiya Mazi, Yeqîn H. Serhat Hemdem, Rojîn Zarg, Janez Sar, Cemil Denli, Alaattin Aktaş, İhsan Colemêrgî, Ayşe Gökhan, Şêxmus Sefer, Muharrem Cebe, Abdullah Kaya, Welat Dilken, Nezirê Cibo, İsmail Dîndar, Sîdar Jîr, Omer Dilsoz, Eyup Güven, Mehdi Tanrıkulu, Tayip Temel, Nuri Fırat, Mizgin Bingöl, Miraz Ronî, Masyan Mîr Qasimlo, Nûroj Munzur, Elixan Loran, Mem Bawer, Yaşar Eroğlu, Rizoyê Xerzî, Ahmed Kanî, Dawud Yeşilmen, Tahir Taninha, Bawer Berşev, Emin Aslan, Özlem Akkan, Semra Güçlü, Şengul Ogur, Reyhan Sarhan, Amed Çeko Jiyan, Gulgeş Deryaspî, Roşeng Rojbîr, Necat Ayaz, Beni Saadet Erdem, Zeynep Yaş, Ahmet İnan, Aziz Gül, Jîr Jan Amedî, Mehmet Kaynak, Ayhan Erkmen, Ramazan Turan, Beşir Ant, Mustafa Borak, Mamoste Bawer, Doğan Çermugi, Ahmet Avcı, Hilmi Akyol, A. Rahim Temel, Nadir Arzu, Mehmet Çakmak, Müslüm Aslan, İlhami Tanış, Cebeli Akyol, Zülküf Kışanak, Zülfikar Tak, Miran Janbar, Mustafa Balbal, Ömer Fidan, Ömer Fidan, Hamid Dilbahar, Mehmet Deviren, Mehmet Şahin, Mehmet Öncü, Çetin Duran, Cihan Yıldırım, Dibizarê Bêkes, Doğan Munzurlu, Sipan Xizan, Gülçiçek Günel Tekin, Hasan Baraçkılıç, Murat Kaçmaz, Hüseyin Elçi, Hasip Yalnıç, Mirza Kurt, Kerem Soylu, Süleyman Yıldırım, Qahir Bateyî, Mehmet Sait Üçlü, Abdullah Yaman, Rêzan Tovjîn, Abdurrahman Baqir, Ehmed Roniar, Eslixan Yıldırım, Jan Dêran, Feramez Elbaki, Fevzi Yetkin, Hasan Özgüneş, İbrahim Omerî, İbrahim Altunışık, İshak Tepe, Kadri Kaya, Kasım Yavuz, Leyla Yarar, M. Emin Yalçınkaya, M. Ferruh Teymuroğlu, M. Sait Alpaslan, Mahmut Barık, Mazlum Öncel, Mustafa Demirel, Müslüm Aslan, Nesrin Nergiz, Nusret Süer, Şeyho Filik, Şerif Çelebi, Nihat Ekinci, Ramazan Yaman, Omer Cangir, Faysal Özdemir, Seydayê Xelatî, Seyyit Kekil, Sinan Çiftyürek, Şakir Epözdemir, Şeyhmus Aslan, Veysel Çamlıbel, Zeki Görgü, Ziya Okçu, Zülfikar Tak, Mehmet Rıfat Irgat, Erdal Alper, Hesen Güneyli, Musa Demirel, Abdullah Kanat, Mehmet Aktarlı, Akif Arda, A. Vahit Güneş, Mehmet Gündoğdu, Doğan Karaağaç, Hamid Gökmak, Yalçın Sarsılmaz, Serdar Balcı, Dursun Yıldız, Yusuf Baran Beyi, Hüseyin Akıncı, Abdurrahman Kılıç, Özgür Amed, Rêzan Nas, Çetin Taş,Yakup Meşe.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye

ad

Li ser van peyvan gotina we çi ye?

ad

Behlûl Zelal: Divê nivîskar ji civakê ne dûr be

ad

Di her 3 saniyeyan de kesek dimire

ad

Yaşar Kemal jî piştgirî da Heskîfê

ad

Di Lîga Ewropa û Konferansê çarîk fînalîst û reqîbên hev diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname