logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Min ne 'Eyn' dît, ne 'Ereb'! Berdin bila wekî Kobanî bimîne!

Reîsî gotina "A rast, nav li ser e Eyn el Ereb" li gotina xwe "Li Kobanî sivîl neman. 2000 hezar PYD'yî bi DAIŞ'ê re şer

  • Dîrok: 10/11/2014
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Fehîm Taştekîn*


Reîsî gotina "A rast, nav li ser e Eyn el Ereb" li gotina xwe "Li Kobanî sivîl neman. 2000 hezar PYD'yî bi DAIŞ'ê re şer dikin. Her du jî terorîst in" nekira, qet ez nedifikirîm ku bikevim nav vê meseleyê. Gelekî navekî çawa li cihê dijî bike ji bo min ew girîng e. Di gotina Serokomar Tayîp Erdogan pêşniyarek wekî 'Dibe ku kurd ji bo wir bibêjin Kobanî lê ew der di bingeha xwe de ne kurd, ereb e. Ne hewceye hûn biparêzin jî' heye. Ji ber vê yekê li ser me bû ferz ku em bikevin nav meseleyê. Min bi mirovan li hêrêmê û bi pisporan re xeber da. Gotin cuda cuda ne. Hin gotinên tên gotin pişta xwe nadin zanistê. Lê tu çîrokek ku hatiye gotin gotinên Reîsî piştrast nakin.

Gotina hevpar ew e ku navê vê derê ji gotina 'kompanie' ya almanî ku di wateya 'şîrket'ê de ye tê ku şîrketa alkan ji bo projeya Osmanî, Rêya Hesinî ya Bexda-Berlînê çêdikir. Ji bo stasyonê karkerên ji Pirsûsê dixebitiyan. Dema karker ber bi şantiyeyê ve diketin rê digotin: "Em ber bi Kompanie ve diçin." Ev bi demê re guherî bû 'Kobanî' û bi cih bû. Li ser navê ku ji şîrketê digire fikreke din jî heye: 'Ko. Bahn (Kompanie Bahn)

 Lê di çêkirina Rêya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê de şîrketên wekî Philipp Holzmann û Friedrich Krupp cih digirtin. Deutsche Bahn (Rêya Hesinî ya Alman) ku qala "Bahn" a vê tê kirin, lê ev şîrket gelek nû ye.

Ji bo stasyonê cihên nêzî avê hildibijêrin. Stasyona ku li Kobanî ye nêzî wê çend kanî hene. Ji van didu: Kaniya Murşîd û Kaniya Ereban. Kaniya Murşîd kaniyek e ku îro navê xwe li gundê nêzî Pirsûsê kiriye. 'Kaniya Ereban' jî kaniyek bûye ku erebên rêwî dihatin ser wê kaniyê bêhna xwe didan. Yên ku ev nav lê kirine jî kurd bi xwe ne. Ev der ne ji ber ku cihê ereban bûye, ji ber ku ereb hatine ser wir bêhn vedane nav lê kirine. Piştî avabûna Komana Ereb a Sûriyê, komarê ev 'Kaniya Ereban' ku kurdan lê kiriye bi awayekî fermî wekî "Eyn el Ereb" (Kaniya Ereban) li wir kirine. Ev nav li gor polîtîkaya erebkirina wir a rejima Sûriyê guncan e.

HELBESTVAN LÊ DIGERE LÊ NABÎNE

Dema min ji Prof. Dr. Kadri Yildirim mesele pirsî ku ew niha li ser du pirtûkên li ser kurdên Sûriyê dixebite, wî bi helbesta helbestvanê ji Sûriyê Dr. Muhammed Maxut bersiv da. Maxut ku 'Eyn el Ereb' meraq kiriye, çûye wir lê rastî kaniyek miçiqiyayî hatiye wisa nivîsiye: 

"Zeheptu îla Eyn el Ereb,

Ve lem ecîd la eynen ve la Ereben""

Yanê;

"Ez çûm Kaniya Ereban,

Min ne ereb dîtin ne kanî!"

Dema min bi nivîskarekî sûriyeyî re xeber da her çiqas bawer bike ku navê Kobanî ji 'kompanie' ya alman bê jî qala teoriyeke din kir:

"Du eşîrên kurd ku her bi hev re di nav pevçûnê de ne li ser parvekirina erd li hev dikin. Ev cihê ku li ser li hev kirine navê 'Koma Banî' lê kirine." Di kurdî de 'Kom' û 'Banî' hene. Yildirim li ser vê yekê wisa dibêje: "Du eşîr li hev dikin. Ji wan yek li jêr yek li jor dimîne. Ji yê ku li jor dibîne re 'Koma Banî' tê gotin, ji yê li jêr re 'Koma Jêrin' tê gotin. Lê ev teorî zêde ne xurt e. Li herêmê sê eşîrên ku zêdetir li pêş in hene, Ketîk, Şêxan û Barazî. Herî zêde di navbera Şêxan û Barazî de pevçûn çêdibe. Piştî Osmanî eşîra Barazan ligel Enqereyê, eşîra Şêxan ligel Fransizan cih girt. Xirecira di navbera van herdu eşîran de qet bi dawî nebû. Ji ber vê yekê fikra di navbera wan de peyman hate çêkirin ne xurt e. Tiştê tê gotin ew e ku Serhildana Şêx Seîd dema serî hildide ji Serêkaniyê heta Efrînê ji bo rêberên eşîrên vê derê nameyan dinivîse, dixwaze ew piştgirî bidin wî lê bersiveke erênî nabîne. Hin dibêjin ku ji ber neteweperweriya kurd li vê herêmê lawaz bûye bersiva nayê girtiye."

AXA QEDÎM A ARAMÎ Û ASÛRIYAN

Ger em ji çavkaniya nav derbasî çêbûna bajêr bibin; li wê derê werçerxek trajîk li benda me ye. Lê berî vê em vê notê jî pêşkêş bikin: Em qala herêmeke ku aramî û asûriyan lê şaristanî saz kiriye dikin. Dostekî min ji herêmê noteke bi vî rengî ya li ser herêmê şand: "Kalê min qal dikin; Lawrence û zilamên wî li herêma Kobanî û Carablûs kolandin dikirin û berhemên dîrokî yên aîdê aramiyan derdixistin."

Li gor Kadri Yildirim jî gundên Şêran û Helinc ên Kobanî cihên aramî û asûriyan bûn. Beşeke berhemên dîrokî yên ku li vê derê derxistine di muzeyên Sûriyê de têne parastin, hinek dizîn birin rojava. Şêran di nav qeydên Osmanî de wekî 'Aslan Taş' (nota wergêr: Kevirê Şêr) derbas dibe. Cihê kevirên biqîmet hatine derxistin. Yildirim li ser vê mijarên van agahiyan bi me re parve dike: "Li wê derê bi qasî 100 lewheyên dîrokî hatin dîtin. Di sala 1883'yan de Midûrê Muzeya Stenbolê Hemdî Beg ligel komek xebat kir. Di sala 1928'an de arkeologê fransiz Françoîs Thureau-Dangin li Şêran xebat kiriye. Paşê arkeologê fransiz Augustin Barrois jî beşdarî vê xebatê dibe. Li vê derê du peykerên şêran ku ji kevirên bazaltê hatine çêkirin dibînin... A rast ji ber pirbûna peykerên şêran kurdan ji bo vê derê gotina Şêran."

ERMENÎ DIÇIN KANÎ DIMIÇIQE

Em vê paşeroja dîrokî li aliyekê bihêlin û li çêbûna Kobaniya hemdem binêrin emê qedera wekhev a ermen û kurdan bibînin. Li gor diyarkirina ji arşîvan a Yildirim rewş ev e: "Bingeha Kobanî di sala 1892'yan de ji aliyê malbatên kurd û ermen ve hate sazkirin. Ermenan bi sê malbat û du aşan dest bi bicihbûnê kir. Piştî sala 1915'an ermen zêde bûn lê yên berî vê demê hatibûn jî hebûn."

Bi demê re ermenan sê dêr li vê derê çêkirin. Piştî salan dema ermenan koçî cihên din kirin hin avahiyên ku wan li dû xwe hiştin kurdan bikar anîn, hin wêran bûn. Dêr jî xira bûn. Di vê navberê de piştî ermeniyan kanî jî miçiqî. Piştî koça ermenan ew helbestvanê ji Sûriyê yê ku xeyala wî şikiya bû, çûbû wir.

Keda çêkirina Rêya Hesinî ya ji bo vir ev e: Hin karkerên ji bo çêkirina rêya hesinî çûn wir li wir bi cih bûn. Kevirên reş ên ku şîrketa alman di çêkirina rêya hesinî de bikar dianîn ji girê Miştenûr dianîn ku navê vî girî van deman zêdetir bi şerê di navbera DAIŞ-YPG de em dibihîzin. Min ji rojnamegerê ji Kobanî Berzan Îso pirsî ka ev şop hê hene yan na, wî got: "Belê hê hene."

Min got werçerxeke trajîk, piştî ermenan dor tê ser kurdan: Di serhildana Şêx Seîd a sala 1925'an de kurdên ku reviyan yek ji cihên ku lê bi cih bûn jî Kobanî ye.


MÎMARÎ MÎRATEYA FRANSIZAN E

Di demên pêşî de ne mimkûn bû mirov Kobanî ji Pirsûsê veqetîne. Piştî bi xeta rêya hesinî sînorê Sûriyê-Tirkiyeyê hat diyarkirin Pirsûsa ku aliyê jorê xetê ma hê jî ji bo gelê herêmê navend bû. Di dema dagirkirina Fransayê de bi qaçaxî hatin û çûyîn pir bûn û Enqere ji vê yekê aciz bû. Li ser giliya Enqereyê gransizan ji bo qontrolê bigirin bin destê xwe li Kobanî avahiyeke îstîxbarî çêkirin. Ev avahî piştî rabûna dagirkirinê wekî avahiya qeymeqamî hate bikaranîn. Dema kurdan di sala 2012'yan de li herêma xwe dest danîn ser rêveberiyê ev avayî dan destê Asayîşê. Meha borî dema DAIŞ ket aliyê rojhilatê Kobanî ev avahî wekî baregeh bikar anî. Ev avahiya mîmariya berbiçav û xweşik bû hedefa bombebarana Amerîka ya li hemberî DAIŞ'ê. Kobaniyan ji bo vê avahiyê 'Qesr' digotin. Yên ku plana kuçeyên Kobanî çêkirine jî fransiz bûn.

Piştî salên 1950'î ji bo pêşî li çûn û hatinê bêne girtin li ser sînor mayîn hatin binaxkirin û pêre jî têkiliya Pirsûs û Kobanî hate qetandin. Piştî vê kêliyê êdî Kobanî wekî bajar hat binavkirin. Li herêmê yekemîn cihê dibistan lê hatiye çêkirin Kobanî ye.

Wekî encam Kobanî bûye cihê parastina yên ji me veqetiyan an jî hatine veqetandin. Ermenî çûne kurd mane. Îro hindik be jî li nav ereb û tirkmen hene. Nîqaşa li ser navê vir wisa xirab e ku ji bo hewldana têkbirina vê derê nikare bibe cîlayeke biriqoq ji. Tu gotina em ji bo Kobanî bibêjin nîn e, lê ew kaniyên ku miçiqîne dikarin gelek tiştî ji bo me vebêin" A rast tiştê ku Kobanî kiriye Kobanî nasnameya wê ya etnîkî ye. Kobanî bû sembola berxwedanê. Di dema ku dihat xirakirin rabû ser piyan. 

Kal, pîr, xort û keçan ku ev der bi çekên di destên xwe de parast û ji ber vê jî dê wekî "Bajarê ber xwe da" bikeve nava dîrokê.


*10.11.2014, Radikal

Wergera ji tirkî: Cemil Oguz

 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kovara Hawara Botan hat berhevkirin

ad

Tûrnûvay Tenîsî zî hamî betalkerdin

ad

DTP ji xebatên meclisê vekişiya

ad

250 amûr diyarî dibistana muzîkê ya Rojava kirin

ad

Dîsa fûze avêtin Hewlêrê

ad

Artêşa Iraqê rê neda şandeya îtalî ya alîkariyê bikeve Mexmûrê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname