Di vê dema dawî de di nava civaka kurd a Almanyayê de êdî dîwanên li ser mafê penaberiyê hema bêje qet nemane. Wextekî giraniya sohbetan li ser mafê penaberiyê û girêdayî wê mafê rûniştina fermî ya li Almanyayê piraniya wextên dîwanên kurdên Almanyayê dagir dikir. Dîsa girêdayî mafê penaberiyê, pirsa ka mafê kî yê penaberiyê hatiye qebûlkirin, kî pasaport standiye û li gor madeya siyasî an jê ya mirovî mafê penaberiyê hatiye bidestxistin birêveçûna dîwanan diyar dikir. Di salên dawî de ev yek ji holê rabû û pirsa sereke ya di vî warî de ya di dîwanan de tê kirin ev e: ka kî bûye hemwelatiyê alman û nasnameya alman standinye…
Ji xwe li gora lêkolîn û îstatîstîkên cure piraniya kurdên Almanyayê bûne xwedî nasnameya alman…
Û mirov ne di wê hizrê de ne ku hê jî kurd bi riyên cuda têne Almanyayê û serî li penaberiyê didin. Lê belê îstatîstîk tişteke din dibêjin. Her çiqas di rewşa niha de bidestxistina mafê penaberiyê li Almanyayê zêde zehmet be jî, hê jî bi hezaran kurd bi riyên cur bi cur têne Almanyayê û serî li mafê penaberiyê didin.
Bi taybetî guhertinên zagonên li Tirkiyeyê yên salên dawî, destkeftiyên li başûrê Kurdistanê û şidandina bidestxistina mafê penaberiyê ya Almanyayê dibin sedem ku mirov bifikire ku êdî kurd bi armanca serîlêdana mafê penaberiyê nayên Almanyayê.
Lê rastî ji vê yekê dûr e…
Ka em çav li îstatîstîkên li jêr begerînin û bibînin ji sala 2003’yan ve çiqas kurdên bakur û başûr li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane:
| Sal | Hejmara kurdên ji bakur yên yên li Almanyayê serî li mafê penabertiyê dane. | Hejmara kurdên ji başûr yên yên li Almanyayê serî li mafê penabertiyê dane. |
| 2003 | 8.294 | 1.803 |
| 2004 | 5.862 | 772 |
| 2005 | 4.384 | 1.180 |
| 2006 | 2.536 | 1.263 |
| 2007 | 1.748 | 4.499 |
| 1.1.- 30.11.2008 | 1.426 | 3.397 |
Ev îstatîstîkên li jor didin xuyandin ku Almanya hê jî kurdan ji ber sedemên cuda dikşîne xwe. Ez dibêjim “dikşîne xwe”, ji ber sedemên hatina kurdan a Almanyayê êdî bûye piralî. Ev piralîbûn ji zextên siyasî bigrin heta çavlêkirin û armanca pêkanîna xeyalên cuda pêk tên.
Ez naxwazim bikevim di nava analîzkirina sedemên vê “piralîyê” lê ev îstatîstîk vê yekê ji me re diyar dikin: Hê jî pêşveçûnên li bakur û destkeftiyên li başûr ji armanc, xeyal û daxwazên gelek mirovan dûr in. Ji ber vê yekê hê jî her sal bi hezaran kurd bi riyên cuda digel rîskên ku dikarin bibin sedemê jidestdayîna jiyanê dikevin riyan û ber bi Almanyayê ve tên.
zekiozmen@hotmail.com


